LALEŞ WEZRÎNÎ Wateya van her du hevokên nav û paşnavê te çi bû gelo ku te ewqas balûpalî di van hevokan de bi cih kir? Sê wateyên peyva Qasim (Kasim) hene. ya yekê şens, ya duyê qulzem, behr û derya, ya sêyê weke ji qesem jî kişf, sond e. Bi rastî ev her sê wate jî wisa li navê te tên ku te ev her sê têgeh di giyan û jiyana xwe de bi cih kiribûn. Lewra, tu pirr bi şens û bext bûyî ku bûbûyî şagirtê Rojê û Rojê jî pirr bi comerdî Pertew û tîrêjên xwe vedabûn kûrahiya dil û mejiyê te. Wateya Duyem; dilê te bûbû qulzem- okyanûs û te zanyariya felsefeya zanyarê Welatê Rojê hemû berhevî kûrahiya qulzema dil û mejiyê xwe kiribû, te jî bi comerdî li ciwanên ku bûbûn pale yên jiyana azad belav dikira. Wateya Sêyem; te sond û qesem xwaribû ku heya hilmek tenê di henaseya te de hebe, tê bi keda endezyarê jiyana azad ve girêdayî bimîne û ew şemal û pertew ên ku Serok APO bi kedeke mezin pêşkêşî wî dilê te yê zêrîn kiribû bi heval û hevrêyên xwe yên jiyana azad parve bikirana... Engîn jî, peyvek e ku wateya xwe hewqasî kûr, dûr, ne serî û ne binî, dûr û dirêj û berfireh e. Bi rastî ew dilê te yê bêhempa wateyeke wisa ne serî û ne binî di xwe de bi cih kiribû. Lewra, dema te dest bi vegotina kîjan mijarên jiyanê bikira, ew dilê te yê zêrîn mînanî çemên Dîcle û Feradê ji ber xwe ve diherikiya û bê serûber rewan dibû. Dema te dest bi vegotina Felsefê ya jiyana azad, dîroka Kurdistan û Cihanê, sosyolojiya Rojhilata Naverast dikir, dawî hew lê dihat; tenê şagirtên ciwan bi coşîdarî li wê beşaşî û henûniya rûdêna te ya devlikenî temaşe dikirin... Ew ciwanên ku bûbûn evîndarê wan vegotinên te yên ku weke hingivîn ji nava dev û lêvên te dibariyan dê pirr bêriya te bikin, em heval û temaşevanên wan bernameyên ku te dersa jiyanê li me û her kesên dildarên zanyariyê belav û pêşkêş dikir, jî pirr hesreta wê vegotin û zarûzimanê te yê şêrîn bikêşin, HEVALO...! Erê heval; tê her dem bi wan vegotin û azmûnên xwe yên zêrîn ve di bîra me de bimînî û em ê bîranînên te û hemû şehîdên doza azadiya Kurdistanê mîna tovê jiyanê li kûrahiya zeviya dilê xwe tov bikin û biêşînin; biêşînin, bi aveke ji rengê agir av bidin da ku di zeviya dil û mejiyê me de kûrahî bide hêşîn were, zîl bide qam bavêje, bistîk bide biseride, bibe firîk baş bistewehe û careke din bifiride raweşehe nava dilê xaka Welatê Rojê û bibe qûtê jiyana azad... Ne Qesem dimire, ne Qulzem dimire ne jî Balûpalî (Engînî) dimire, tu nemir î Hevalo! Şehîd namirin, şehîd rûmeta me ne; Xwedê me ji rûmeta we bêpar nehêle...