Serokê Meclîsa Rêveber a Kobanê Enwer Muslim û Cîgirê wî Xalid Bergel, Endama Kordînasyona Yekîtiya Star Rûken Ehmed, Serokê Desteya Ciwanan Elmaz Romî û Cîgira wî Şêrîn Osman û endamên Konfederasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) jî di nava de bi sedan kes beşdarî çandiniya daran bûn.
Beriya girse dest bi çandiniya daran bikin ji aliyê Desteya Ciwanan a Kobanê û Yekîtiya Ciwanên Demokratîk ve daxuyaniyeke hevbeş hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê Endama Cîgira Desteya Ciwanan Şêrîn Osman ve hat xwendin. Osman di destpêkê de sersaxî ji malbatên Şehîdan re xwest û wiha got:” Armanca ciwanan ew bû ku pira biratiyê ava bikin, niha jî pir bi xwîna tekoşeran hate avakirin. Em bang li ciwanên Rojava dikin ku cihê xwe di parastina destkeftiyên Rojava de bigin, li dijî terorîstan helwesta xwe nîşan bidin, berxwedana hevbeş a demokratîk ku tekoşeran bi nirxên xwe ji bo jiyana hevbeş avakirin, biparêzin”
Piştî xwendina daxuyaniyê Endamê SGDF’ê yê Medîne Ozmaz axivî û diyar kir ku wan wekî ciwan soza dane hevalên xwe rêya wan dê bidomînin û ev tişt anî ziman: ̎Soza me dayî hevalên xwe yên di komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dane ku dixwestin pira biratiya di navbera gelên kurd û Tirk de çêbikin, em ê dom bikin. Ev daristana hatiye çandin gava yekem a ber bi azadiyê ye.̎
Piştî axaftinan girseyê bi diruşmeyan dest bi çandiniya daran kirin û 250 şitilên daran li hatin çandin.
ANHA/KOBANÊ