Endamê Şaredariya Şengalê Cindo Emer Silêman diyar kir ku ji bo xizmeta gel wan ev herdû otobûs anîne û got, “Ji ber ku wesayitên her kesî tinin ku bi wan biçe cihekî, me ev her du otobûs anîn. Jixwe, pere jî nagirin. Her roj ew ê seet ji 07:00’ê sibê heta evarê xizmeta gel bike. Di navbera Serdeşt-bajarokê Sînon û bajarokê Xanasor û aliyê bakûr ve biçe û were. Di vir de ya esas ew e ku kes li ser rêya nemîne û li van otobûsan siwar bibin.”

Yek ji şifêrên Otobûsê Mîrza Elî jî kefxweşiya xwe anî ziman û got, “Ez li ser vê otobûsê kar dikim, bi rastî bi hatina van otobûsan gelê me jî gelekî kefxweş e. Zarokên dibistanê û herkes ê ku li ser van rêyan in, em wan dibin û tînîn. Rexmê ku ev du roj in dest bi kar kiriye jî, gel elaqeyeke mezin nîşan dide û kefxweşiya xwe tîne ziman.”

Welatîyên bi navê Ezêl Qewel ji bo anîn otobûsê kefxweşiya xwe ragihand û got, “Tenê ne çûn-hatina dibistanê heye, êdî zivistan nêzîk dibe, ew ê zahmetiyên mezin bi xwe re bîne, lê bi xêra van otobûsan ev pisgirêk çareser bû. Em bi xwe pirr kefxweş in bi anîna van otobûsan û em spasiya Şaredariya Şengalê dikin.” 


ROJNEWS / ŞENGAL