Qirkirina Şengalê di salvegera duyemîn de li gelek bajarên Ewropayê hat protestokirin. Di çalakiyan de DAIŞ û AKP hatin şermezarkirin.

BRUKSEL: Li paytexta Belçîka Brukselê, Yekîtiya Jinên Sosyalîst, ji bo jinên Êzîdî li Place de la Monnaîe çalakî lidar xist. Di çalakiyê de bal hat kişandin ser destavêtin û firotina jinên Êzîdî ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve û hat bibîrxistin, ku hê jî agahî ji hezaran jinên Êzîdî nayê girtin.

ROTTERDAM:  Li bajarê Rotterdam ê Hollandayê, ji bo jinên Êzîdî çalakiya “bêdengiya deqeyekê“ hat lidarxistin û qirkirin hat şermezarkirin. Li ser banga Yekîtiya Jinên Sosyalîst, Weqfa Jinên Azad a Navneteweyî û Meclîsa Jinên Kurd jin li Rotterdam Centraalê li hev civiyan û li dijî dijminê mirovahiyê DAIŞ’ê banga mezinkirina piştgiriyê kirin.

FRANKFÛRT: Li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê, Meclîsa Jinê ya Amara ji ber salvegera Qirkirina Şengalê li Haûptwacheyê çalakiyek lidar xist. Di axaftinên li çalakiyê de bal hat kişandin ser desteka AKP’ê ya ji bo çeteyan û hat şermezarkirin.

MUNCHEN: Li bajarê Elmanya Munchenê Komuna Jinê-Sara, Ciwanên Azad û Meclîsa Gelê Kurd li Odeosplatzê çalakiyek pêk anîn. Komuna Jinê-Sara dosyayek pêşkêşî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî kir. Her wiha standa agahdarkirinê hat vekirin û raya giştî hat agahdarkirin.

BASEL: Meclîsa Jinê ya Ronahî û Meclîsa Jinê ya Rojbîn li Arau, li ser pira Clara ya li bajarê Baselê çalakî lidar xistin. Di çalakiyê de li ser pirê xelekek ji mirovan hat çêkirin. Jinan bi zincîrê dest û milên xwe girê dan û belavokên bi zimanê Elmanî belav kirin. Di çalakiyê de firotina jinên Şengalî û têkoşîna li dijî DAIŞ’ê bi lîstikeke şano hat nîşandan.

ZURÎCH: Meclîsa Jinê ya Bêrîtan bi dirûşma “Ji bo jinên Şengalî dengê xwe bilind bike‘ li kolana Bahnhof a Zurîchê çalakiy bi zincîran lidar xist. Li dû deqeyeke rêzgirtinê belavoka bi zimanê Elmanî hat xwendin û bal hat kişandin ser rewşa jinên Êzîdî yên li Şengalê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin revandin.

LÛZERN:  Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan li taxa Stanst a bajarê Lûzernê, çalakiyeke rawestînê ya deqeyekê lidar xistin. Piştre li ser komkujiya li Şengalê belavok hatin belavkirin.

CHÛR: Komuna Jinê ya Ekîn Wan åli pêşiya gara trenê ya Chûrê çalakî lidar xistin. Ji bo bîranîna mirovên di êrîşa DAIŞ’ê ya li hemberî Şengalê de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn û li ber qîrîna dirûşmên bi zimanê Elmanî belavok hatin belavkirin.

WÎNTERTHÛR:  Meclîsa Gel a  Wînterthûrê û HDK-Swîsreyê li gara trenê ya bajarê Wînterthûrê çalakî lidar xistin. Di çalakiyê de pankartek li ser komkujiya Şengalê hat hildan û piştî bêdengiya 15 deqeyan çalakî qediya.

OREBRO: Kurdistaniyên danê êvarê li ber avahiya polîsan a li bajarê Swêdê Orebro li hev civiyan, bi qîrîna dirûşmên li dijî çeteyên DAIŞ’ê ber bi navenda bajêr ve meşiyan. Li dû meşê, li meydana Vaghûstorgetê mîtîngek hat lidarxistin. Di çalakiyê de hin ji jinên Kurdistanî ji bo balê bikişînin ser rewşa jinên Êzîdî yên ji aliyê çeteyan ve li bazaran tên firotin çarşefa reş li xwe kirin û ji bo bîranîna kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane, find vêxistin. Suryanî jî bi armanca destekkirinê tevlî çalakiyê bûn. Cornelya ya Swêdî jî ji bo jinên Êzîdî yên li Şengalê stranên xwe got.


Çalakiyên jin û ciwanên Êzîdî 

Bi pêşengiya Sîwana Meclîsa Jinên Êzîdî (SMJÊ) û Hevgirtina Ciwanên Êzîdî (HCÊ) duh li gelek bajarên Elmanyayê meş û mîtîng hatin lidarxistin û Qirkirina Şengalê hat şermezarkirin. Çalakiyên bi dirûşma “Bi rêxistinbûyîn, xweserî Û parastina rewa, ber bi azadiya Şengalê ve” hatin lidarxistin bi vî rengî ne:

Li bajarê Celle, Berlîn û Bîelefeldê çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin.

Bi navê “Zarokên min kanî” li ser rewşa dawî ya Şengalê li bajarê Gîfhornê panelek hat lidarxistin.

Bi heman armancê li bajarê Walsrodeyê li ber dêra bajêr daxuyaniyek hat dayîn.

Li bajarên Verden û Hamelnê meş û mîtîng hatin lidarxistin û hovîtiya DAIŞ’ê hat şermezarkirin.

Li bajarê Nîenbûrgê ji saet 9’an heta 16’an standa agahdarkirinê hat vekirin û ji saet 16 heta 19’an jî çalakiya rûniştinê pêk hat.

Li Vechta û Kasselê xwepêşandan, li Munsterê jî bi meşekê mirovên di Qirkirina Şengalê de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn.

Çalakiyên şermezarkirina qirkirinê li bajarên Essen, Kleve û Weselê pêk hatin.

Li bajarê Dusseldofê jî çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û qirkirin bi lîstikeke şano hat nîşandan. 

Li bajarê Hambûrgê, bi mijara “Êrîşa destdirêjiyê ya li hemberî jinê, bikaranîna jinê weke çekekê û fermana Şengalê” panelek hat lidarxistin.

Di 6’ê Tebaxê de jî wê saet di 14’an de li S-Bahn Sternschanzeyê meşek bê lidarxistin.

Roja 6’ê Tebaxê wê li Haûptbahnhof a Oldenbûrgê çalakiyek bê lidarxistin.

Roja 5’ê Tebaxê (îro) jî wê tevahiya rojê li Hîldesheîmê konê agahdarkirinê bê vedan, çalakiya rûniştinê were lidarxistin. 



NAVENDA NÛÇEYAN 





Li Başûr bîranîna Şengalê


Qirkirina Şengalê di salvegera duyemîn de li gelek bajarên Başûrê Kurdistanê hat şermezarkirin. Bi tevlîbûna endamên Tevgera Azadî, Tevgera Ciwanên Azad, Heyeta Desteka Jinê ya Meclîsa Jinê ya Şengalê, REJAK û parlamenteran li gelek cihan çalakî hatin lidarxistin û bang li her kesî hat kirin, ku bêhtir xwedî li Şengalê derkevin.

SILÊMANÎ: Li Silêmaniyê pêr êvarê ji aliyê Destaya Piştgiriya Jinan li Meclîsa Jinên Şengalê ve, bi beşdarbûna dehan rêxistinên jinan, perlamenteran û bi sedan jinan çalakiyek ji bo şermezarkirina komkujiya Şengalê hate lidarxistin. Piştî axaftinên hatin kirin di çalakiyê de ji bo hemû şehîdên Şengalê ji aliyê jinên Êzîdî ve find  hatin pêxistin. Di dawiya çalakiyê de aleke DAIŞ‘ê ji aliyê jinên Êzîdî ve hat şewitandin.

KERKÛK:  Li Kerkûkê ji aliyê Walitiya Kerkûkê ve bi boneya 2. salvegera komkujiya Şengalê dewama fermî hate rawestandin û rêz ji bo qurbaniyên komkujiyê re hate girtin Waliyê Kerkûkê Dr. Necmedîn Kerîm, Cigirê wî û bi dehan karmed derketin li ser rê û rêz girtin. Piştre jî Waliyê Kerkûkê Necmedîn Kerîm ji dezgehên ragihandinê re axivî  û diyar kir ku pêwîste karesata Şengalê weke jenosîd were naskirin.

ÇOMAN: Li navçeya Çomal a Hewlêrê jî ji aliyê hejmarek çalakvanên medenî ve komkujiya Şengalê hate şermezar kirin û hat xwestin  kes û aliyên ku destê wan di komkujiya Şengalê de hene bêne dadgekirin û ceza kirin.

KELAR: Bi pêşengiya RJAK’ê, li Kelarê merasîmek bîranînê hat lidarxistin. Endama Komîteya Kelarê ya RJAK’ê Gulêbax Celal li vir axivî, nerazîbûn nîşanî PDK’ê da û got, “Çima Şengal nehat parastin? Yên ji parastina Şengalê berpirsyar in çima dest ji wir berdan û reviyan? Çima agahî neda gelê Şengalê ku xwe ji komkujiyê rizgar bike?“

MEXMÛR: Bi sedan kes li ber Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê li hev civiyan û deqeyek ji bo şehîdên Şengalê rêz girtin. Dûre endama Koordînasyona Meclîsa Jinê ya Îştar Zeynep Şîtka axivî û got, “Em ê vê komkujiyê ti carî ji bîr nekin. Em ê her tim li cem gelê Şengalê bin. Li çar parçeyên Kurdistanê jin û ciwanên me li ber xwe didin.”

KIFRÊ:  Li bajarokê Kifrê ya Germiyan ji aliyê Rêxistina Jinên Azadên  Kurdistanê (RJAK) ve çalakiyek hate lidarxistin û komkujî bi tundî hate şermezarkirin. Di çalakiyê de nûnerên çend rêxistinên jinan û bi dehan jin amade bûn. Li ser navê Rêxistina Jinên Azadên  Kurdistanê (RJAK) Hêvî Kameran daxuyanî xwend. 

SENGESER:  Li bajarokê Sengeserê ya Ranya jî vê êvarê çalakvanên siyasî û sivîl ên Rojhilatê Kurdistanê qurbaniyên komkujiya Şengalê bîranîn û komkujî şermezar kirin. Di çalakiyê de li ser navê çalakvanên siyasî û sivîl ên Rojhilatê Kurdistanê Viyan Zagros daxuyanî da û diyar kir, ew dixwzin  hemû kes û aliyên destê wan di komkujiya Şengelê de hene bên dadgehkirin.