Komîteya Rêveber a PKK’ê salvegera pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kir û bal kişand ser şerê li Kurdistanê. Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel diyar kir, di salvegera 33’an a Pêngava 15’ê Tebaxê de jî ew ê li dijî hemû êrîşên li dijî gelê Kurdistanê bibine bersiv.
Komîteya Rêveber a PKK’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser nirxên ku pêngava 15’ê Tebaxê afirandine û ji bo serfiraziya mezin banga berxwedan û yekîtiyê kir:
“Di şexsê fermandarê nemir Egîd-Mahsûm Korkmaz de, em hemû şehîdên xwe bi hurmet û minnet bi bîr tînin.
Em hemû dizanin ku pêngava 15’ê Tebaxê her roj kûrtir dibe û dibe keleporeke têkoşînê ya bênavber. Şoreşa vejînê ya neteweyî ya Bakur, xurtbûna şoreşa azadiya jinê, qehremaniya ciwanên Kurd, pêngava berxwedanê ya xwerêveberiya demokratîk, rizgariya Şengalê, şoreş û berxwedana azadiyê ya Rojava bi têkoşîna qehremanî ya sî û sê salan hatiye bidestxistin. Vê têkoşîna sî û sê salan gelê me û tevgera me aniye ber serfiraziyê.
Tişta ku îro li Rojhilata Navîn diqewime, ne bi tenê pêvajoyeke normal e û pêvajoya şerekî cîhanê ye, ku her tişt ji nû ve tê sazkirin. Di vê kaosê de her hêza xwedî îdîa dikare gavên mezin biavêje û serfiraziyên mezin bi dest bixe. Lê ji bo vê jî divê li her derê berxwedan û yekîtî hebe.
Em ê Kurdistanê biparêzin
Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel salvegera 33’an a Pêngava 15’ê Tebaxê li hemû gelê Kurd pîroz kir. Fermandariyê salvegera pêngava 15’ê Tebaxê li hemû gelê Kurdistanê pîroz kir û bang kir ku têkoşîn bê xurtkirin da ku sala 34’an a 15’ê Tebaxê veguherînîn pêvajoya ‘Rêbertiya Azad, Kurdistana azad’: “Têkoşîna azadiyê ya ku li ser hîmê giyanê 15’ê Tebaxê kûr bûyî, li hemû parçeyên Kurdistanê karîger bûye; bi giyanê yekîtiya netewî ya ku afirandî xetên ku mêtingeran danîne, bê mane kirine. Di nav gelê me de kiriye ku hişmendiya mezhebî, zaravî, êlî û parçeyî ji holê rabe, bi nihêrîna nû ya Neteweya Demokratîk kiriye ku civaka Kurdistanê di nav gelên hevdem-demokratîk de cihê xwe bigire. Gelê Kurdistanê yê ku li ser vî zemînî ronî bûye, li her devera ku lê ye têkoşiyaye, bi berdêlan bûye xwedî destkeftin.
Di vê serdema dîrokî de tişta ku hewce ye bike, wê bi cih bîne. Bi vê armancê di sala 34’an a Pêngava 15’ê Tebaxê de, her ji ku derê ve were, wê ji wan êrîşên li dijî gelê Kurdistane bibe bersiv.”
ANF/BEHDÎNAN