Ruşan Filiztek muzîkjenek e ku stranên gelêrî yên Kurd bi aranje û şiroveyeke nû dibêje. Ew li Fransayê di nava muzîkjenên stranên gelêrî de di nava yên herî serketî de ye. Îro jî ew vexwendiyê Bal Blometê ye li Parîsê û 8´ê Kanûnê jî vexwendiyê Festîvala No Border e.

Muzîkjenê stranên gelêrî yên Kurd, Ruşan Filiztek li tembûra Kurmancî dixe. Ji bo mirov behsa wî bike li gorî rojnameya Le Monde a Fransî bi milyonan kesên li ser youtubeyê bitikînin ser klîpên wî ne lazim in, navê wî ji xwe digere li nava xelkê. Ew nivîs û gotinên pesindana wî têra wî dikin ku serketina wî bê dîtin û ew li bêhtir deveran bê vexwendin û derkeve ser dikê.

Wî hîna nû Xelata Muzîka ji vir-Muzîka Diasporayê wergirt. Îro ew ê li Bal Blomet a li Parîsê tevî gîtarîstê flamenkoyê François Aria, derdikeve ser dikê.

Ew sala 2015´an ji Tirkiyeyê çûye Fransayê ji bo ku Fransî fêr bibe. Ew wiha dewam dike: “Bi hezeke mezin min Victor Hugo û Zola (bi Fransî) nas kirin. Min her wiha xwe ji bo mastira etnomuzîkolojiyê li Sorbonneyê jî qeyd kir.”

Xwendekarê Sorbonneyê ji ber ku pirr dixwest biçe konser û elaqeya wî ya muzîkê ne bi hed û hesaban bû, jê re li hev hat. Bi xêra bikaranîna têra xwe zû û bi lez a hevkariyên hunerî yên bi mirovên weke Jordi Savall, Tony Gatlif û gelekên din re ew zû hat ser hemdê xwe di warê muzîkê de û konserê li ser navê xwe jî dan.

Ew niha bi pirranî Kurdî muzîka ji Anadol û Mezopotamyayê dibêje û 28´ê Mijdarê yanî pênşema bihurî li festîvala li Bouguenais a nêzî bajarê Nantesê jî ev stranên xwe gotin.

Wî berê stran nedigotin û ew muzîkjenekî amûrên xwe xasma jî tembûrê ye, ew wekî din li Ûdê û ghelek înstrûmanên din jî dixe. Ew sala 1990´î li Edenê hatiye dinê û wî li zanîngeha Marmara xwendiye.

 

PARÎS