´13 salin têkoşiya´
Piştî axaftina Mihemed Ebdulla, endama Tevgera Azadiya Civaka Kurdistan Necîbe Emer jî axivî û bilêv kir ku, “Şehîd Destîna Qendîl 13 sale di nava tekoşîna gelê Kurd de ye, di temenê ciwaniyê de li hember zilm û zordariya li ser jinê helwesta xwe nîşanda.” Herwiha Necibe da diyarkirin ku, şehîd Destîna bi serbilindî xebat kir û wiha dewamkir: “Peyama Şehîd Destîna Qendîl têkoşîna bilind ya jinê nîşanê hemû cîhanê kir, jin dikare ji bo azadiya welatê xwe di rêya rast de têkoşîn bike. Destîna ji di rêya azadiyê de li dijî dijmin têkoşa.” Herî dawî li ser navê malbatê jî axaftinek hat kirin, malbata şervana YPJ’ê şehîd Destîna da zanîn ku, ew bi şehadeta Destîna ya ku ji ber ax û gel heta dawiyê şer kir gelek ser bilindin. Malbatê bang li hemû kesê kir da ku beşdarbûnekî bihêz ji bo hêzên parastinê yên Kurdistanê bikin.
ROJNEWS/ÇARQURNE