Di mewluda ku ji bo Seîd û hevalên wî ya ku li mizgefta Hezretî Musa ya ku weke mala ziyaretê bi karanin hat dayîn û di mewludê de Serokê bajarê Adenê Ugur Bayrak, rêveberên BDP'ê yên Adenê , Rêxistinê MEYADER, KURDÎ-DER, TUHADER, DİAYDER û gelek welatî bejdarbûn. Her wiha di mewludê de axaftinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Şêx Seîd yên weke "Li duv me de ne girin û zaliman keyfxweş ne kirin. Dardakirina me baş bizanin û ji nifşê duv me de tê re bêjin". Di mewludê de dua hatin xandin û bi deqeyekê rêzgirtin ji bo tevayî şehidan hat girtin. Di mewludê de rêveberê şaxa MEYADER ra Edeneyê Murat Turgay û Serokê BDPê yê bajarê Adenê Ugur Bayrak li ser jiyana Şêx Seîd axivîn û di dawiyê de ji xarina ku ji bo ziyaretvana hati amadekirin hat dayîn û mewlud bi dawî bû.
DÎHA/EDENE