
Ji xwendekaran heta bi karkeran, ji kedkaran heta mamosteyan, her kes rasterast dixwaze, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe. Welatî dibêjin, bi tecrîdkirinê re aborî bi paş ket, heger tecrîdkirina bi dawî bibe, aborî wê xurt bibe û polîtîka wê bi pêş bikeve.
Nerazîbûnên ji beşên cûda yên civakê yên li dijî tecrîkirina Ocalan li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê dewam dikin. Xwendekar, kardêr, kedkar û mamosteyên li Stenbolê, diyar kirin ku ji bo paşeroja welêt, divê demildest tecrîd bê bidawîkirin û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe.
Ocalan azad bibe akademî wê azad bibe
Xwendekara refa çaremin a Beşa Felsefeyê ya Zanîngeha Bogazîçiyê, Cemre Cemrî, diyar kir ku heger tecrîdkirina Ocalan ku vîna bi mîlyonan kesî temsil dike, bi dawî bibe, şerê li welêt jî wê bi dawî bibe û wiha axivî: “Ji ber Rewşa Awarte (OHAL) û şerê heyî li zanîngehan meydanên azad hatine sînordarkirin. Ger tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe û azad bibe, ruh wê bi ramanên wî yên li meydana akademîk jî bê. Akademiya azad bi ramanên Ocalan ve girêdayî ye û heger Ocalan azad bibe, aştî jî wê pêk were. Wateya aştî û azadiyê tê wateya azadiya akademîk.”
Ji şer re budceyê veneqetînin
Kardêrê ticareta berhemên daristanan, Şenol Ozbek jî anî ziman ku rêya bi dawî anîna krîza aboriyê ya li welêt, bi bidawîanîna tecrîdkirina Ocalan mumkin e û wiha axivî: “Rewşa aboriya Tirkiyeyê li holê ye. Hemû hilberînên tên bidestxistin ji bo şer vediqetînin. Çi gava ku tecrîdkirina Ocalan bi dawî bû û Ocalan azad bû, wê demê dê pêwîst neke ku ji bo şer bûdceyê veqetînin.”
Ocalan tecrîd kirin aborî qels kirin
Ozbek, da zanîn ku heger ew ramanên Ocalan ên derbarê aboriyê de bi cih bînin, aborî wê xurt bibe û wiha peyivî: “Ji ber ku bi tecrîdkirinê re aborî lawaz bû. Heger tecrîd bi dawî bibe aborî û polîtîka wê bi pêş bikevin. Divê em sûdê ji ramanên Ocalan bigirin. Li ser vê mijarê heger miriv biaxive, em dikarin vê pirsê bikin, em bi tecrîdkirinê çima xwe ceza dikin?”
Budeceya şer ji teqawîtan re veqetînin
Asli Yantaş a 46 salî ya teqawît jî, anî ziman ku bi tecrîdkirinê re hemû çepgirên demokratîk hedef hatin girin û wiha axivî: “Bi tecrîdkirina Ocalan re konsepta şer ket dewrê. Budceya divê niha ji bo teqawîtan veqetênin, ji şer re vediqetînin, jê re terxan dikin. Bila şer bi dawî bibe, budceya ji şer re diçe, bila bidin teqawîtan. Ev çavkanî bila ji bo mezinbûna welêt bê bikaranîn.”
Pêdiviya bi aştiyê lezgîn e
Mamoste Demet Suluhan jî, di nihêrînên xwe îfade kirin û got: “Ez dixwazim demildest tecrîkirina li ser hemû girtiyên siyasî bi dawî bibe. Desthilatdariyê pêvajoya çareseriyê bi dawî anî. Heta ku tecrîdkirina Ocalan bi dawî nebe, aştî ne pêkan e. Îro pêdiviya me hemûyan bi aştiyê heye.”
MA / STENBOL