Ji serê sibehê ve Kolana herî mezin a Sineyê Bû Ferzad Kemanger Ji serê vê sibehê ve Mestirîn bexçeyê Mehabadê bû Şîrîn Elemhulî Di zeraqa serê vê sibehê de Hemû ew zarokên ji dayik bûne Navê Ferhadê Wekîlî li wan hatiye kirin! Ji îro û pêve Di yekemîn ronahiya serê sibehê de Mehdî îslamiyan bû Gola Wanê di berbanga îro de: Elî Heyderiyan Bû bi Taq Bostana Kirmaşan: De fermo Sineyê lisêdarê bidin! Serê Mehabadê bibirin... De fermo nehêlin zarokên me ji dayik bibin! De fermo Nehêlin baran bibare û mehêlin giya şîn bibe û Nehêlin zevî bijîn! Ez ji îro û pêde, evîndarê çavê Şîrîn Elemhulî me Ji îro û pêde çi helbestên min hene, ez ê wan bikim Gula stranan ji bo bejna Şîrîn Elemhulî Ji niha û pêde ez tayek ji porê wê me Ji niha û pêde Ez neynûka tiliya wê me Ji niha û pêde ez dibim ew cote pêlavên Ku cara dawî xistibû piyên xwe û pê çû sêdarê û Ji niha û pêde, ez ew bazinê bi cîmayî yê destê Şîrîna Elemhulî me Komara Îslamî ya sêdaran Çi li sêdaran neda, ji xewnê heta helbestê û Ji helbestê heta jinê û ji jinê heta nan, Av û gul û kaniyan Ya ku Koma Îslamî ya sêdaran Nikare bi tu awayî li sêdarê bide Ayinde û azadî ye... Şêrko Bêkes