Ji serê sibehê ve

Kolana herî mezin a Sineyê

Bû Ferzad Kemanger

Ji serê vê sibehê ve

Mestirîn baxçeyê Mahabadê bû Şîrîn Elemhulî


Di zeraqa serê vê sibehê de

Hemû ew zarokên ji dayik bûne

Navê Ferhadê Wekîlî li wan hatiye kirin!

Ji îro û pêve

Di yekemîn ronahiya serê sibehê de

Mehdî Îslamiyan bû Gola Wanê di berbanga îro de:

Elî Heyderiyan

Bû bi Taq Bostana Kirmaşan:

De fermo Sineyê lisêdarê bidin!

Serê Mehabadê bibirrin...

De fermo nehêlin zarokên me ji dayik bibin!

De fermo

Nehêlin baran bibare û mehêlin giya şîn bibe û

Nehêlin zevî bijîn!


Ez ji îro û pê ve, evîndarê çavê Şîrîn Elemhulî me

Ji îro û pê ve çi helbestên min hene, ez ê wan bikim

Gula stranan ji bo bejna Şîrîn Elemhulî

Ji niha û pê ve ez tayek ji porê wê me

Ji niha û pê ve

Ez neynûka tiliya wê me

Ji niha û pê ve ez dibim ew cote pêlavên

Ku cara dawî xistibû piyên xwe û pê çû sêdarê û

Ji niha û pê ve, ez ew bazinê bi cîmayî yê destê

Şîrîna Elemhulî me

Komara Îslamî ya sêdaran

Çi li sêdaran neda, ji xewnê heta helbestê û

Ji helbestê heta jinê û ji jinê heta nan,

Av û gul û kaniyan

Ya ku

Koma Îslamî ya sêdaran

Nikare bi tu awayî li sêdarê bide

Ayinde û azadî ye...