Tevgera Azadî ragihand ku wek deyn û berdewamiya rêbaza Qasimloyan girîng e ku ew li derdora hevdu kom bibin û ji bo gihiştina armancên şehîdan jî, divê ji bo kongreya netewî gavên bi lez werin avêtin.
Têkildarî qetil kirina pêşengê Kurd Dr. Ebdulrehman Qasimlo Tevgera Azadiya Komelga Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî bi navnîşana ‘Ji bo Qasimlo û hevalên wî’ belav kir. Di daxuyaniya Tevgera Azadî Qasimlo hate bibîranîn û hat gotin: "“13’ê Tîrmeha 1989’an ji bo gelê Kurd yek ji rojên herî tarî û bi karesat bû. Di dîrokê de her tim gelê me dibin dagirkerî, komkujiyan re derbas bûye û hewldanên tinekirina nasname û hebûna me jî berdewam dike. Lê bê pêşeng û bê rêveberên qehreman nemane û hertim li hember hewldanên dagirkeran, me tekoşîn aazadî û xeta şoreşa azadiyê berdewam kiriye.”
Deynê Qasimloyan li ser milê me ye
Tevgera Azadî di daxuyaniya xwe de dest nîşan kir ku 28 sal berî niha Dr. Ebdulrehman Qasimlo, ji bo guftûgo kirin û danûstandinên li gel şandeyeke rejîma Îranê hevdîtin kiribû û got: “Şandeyê bi awayekî ji hemû pîvan û exlaqên siyasî, yasayî û navnetewî dûr, Qasimlo û li gel hevalên wî yên bi navê Ebdulah Qadir û Fazil Resûl di kombûnê de qetil kirin. Em dixwazin wek bersîvek ji bo vî karê terorîstî û hemû hewldanên qirêj ên dagirkeran, wek deynê rêbaza Qasimloyan, em bikarin yekgirtî bin û bi hevre kar bikin. Pêwîst e di vê bîranînê de yekîtiya Kurdan pêşbixînin û li derdora hevdu kom bibin. Divê ji bo gihiştina armancên şehîdan, ji bo yekîtiya neteweyî pêngavên bi leztir bavêjin.
NAVENDA NÛÇEYAN