Wênedîwarê navdartirîn ê li ser têkoşîna azadiyê ya Îrlandî êdî guherî; li wêne Şoreşa Rojava jî zêde bû.

Wêne û nivîsên dîwaran ên siyasî yên herî navdar li Ewrûpayê bê şik û guman ên Derry ne ku sembola têkoşîna siyasî ya gelê Îrlandayê ne. Ji xwe li Belfast û Derry qederê 2 hezar wêne/nivîs-dîwar hene û ji vanan 300 heb jî di warê hunerî de wekî bi kalîte tên bi navkirin. Ev wêneyên/nivîsên dîwaran ji salên 1970´yî ve her çêdibin û aliyên şandî û dîrokî di peywendeke siyasî de nîşan didin. Ango her wêne/nivîs-dîwarek fikrekê yan jî peyamekê îfade dike ku bi giştî nirxên li ber dilê civakê biqîmet dide der. Greva birçîbûnê ya Îrlandî ya sala 1981´ê heta bi yên li ser piştgiriya navneteweyî jî li ser van dîwaran hatine nivîsîn û xêzkirin.

Lê belê yê di nav van dîwarên li Bakurê Îrlandayê de yê herî navdar ew e ku li ser dinivîse “You Are Now Entering Free Derry (Hûn dikevin nav erda Derry a azad)”. Ha li vî dîwarê navdar nivîs û xêz hatin zêdekirin û êdî ew dîwar hem îşaret bi piştgiriya navneteweyî dike û hem jî xwedî li Şoreşa Rojava derdikeve: “Şoreşa Rojava: Yek dinya, yek têkoşîn!”. Ji bilî vê nivîsê Portreyekî şervaneke rûpoş a ku ala YPG´ê li ser diyar e jî, li ser dîwêr hatiye xêzkirin. 

 BELFAST