Nurettîn Soysalê ku piştî 16 salan di girtîgehên Amed, Semsur û Mûşê de ma ji ber penceşêra lenfê bi şert hat tehliyekirin li nexweşxana fakulteya tibê ya zanîngeha Enqerê jiyana xwe jidest da. Malbata Soysal ji bo cenaze defin bikin bi balefirê anîn Muşê. Şaredarê Kopê Ziya Akkaya, Rêvebirên BDP'a Muş û Çewlikê, rêvebirên TUHAD-FED û TUHAD-DER'ê jî di nav de komeke qelebalix cenazeyê Soysal li balefirgehê pêşwazî kirin. Konvoya ji dehan wesayîtî pêk dihat ji vê derê ber bi navçeya Bongilana Çewlikê ve birê ket. Girsê cenazeyê Soysal anîn goristana Bongilanê û wecibên olî pêk anîn. Piştre girsê darbesta Soysal danîn ser milên xwe û heta goristanê meşiya. Dema ku cenazeyê Soysal ji mizgeftê dibirin goristanê, sercerdewan Rahîm Genç ciwan bi ser nûçegihana DÎHA’yê Leyla Sogutê de birin û xwest dîmenan asteng bike. Malbata Soysal jî dijî vê yekê derket. Li ser vê yekê di navbera malbat û ciwanan de xirecireke demkurtî pêk hat. Piştî girse gihîşt ser goristanê Soysal li ber dirûşme û duayan hat definkirin.
Piştî ku Soysal veşartin girse derbasî mala şînê ya li ber mizgefta Yenîmahalleyê bûn û sersaxiya malbatê xwestin.
ÇEWLIK