Strana Kerem Sevinç ‘’Bao’’ li ser Instagramê ji nişke ve bû yek ji stranên herî populer û bi populerbûna xwe hê jî li ser profîlan çerx dibe. Her roj, ji gelek deveran çend heyranên Kerem Sevinç, ji bo stranê li cem xwe video-klip çêdikin û ji Kerem Sevinç re dişînin. Sevinç diyar kir ku hin ji wan dirêj hin ji wan kin ji aliyê guhdaran ve heta niha 192 klip ji bo ‘’Bao’’yê hatine çêkirin.

Sevinç got ku Bao di albuma wî DEJ de strana li herî dawiyê ye û berê du sê kesan video ji bo ‘’Bao’’ye kişandibûn û ji wî re şandibûn û wiha peyivî: “  Min ew li ser Facebook, Twitter û Instagramê belav kirin. Ku min ew video belav kirin, min dît zêdetir video hatin ji min re. Herkesî hema wilo ji xwe re bi awayekî sade Bao gotibû û video çêkiribû. Di pirekan de ez şok bûm. Pir xweş bûn, min bi dehan caran temaşe kirin.’’



Gotinên stranên wiha ye

Kam vato ti meymana / Ti zaf rindeka seyrana / Çîçega koyê Erzîngana / Bao Bao Bao Bao Bao

Çimanê xo çarnena / Rindeka mi nêasena / Ez nêzana se vana / Çi rê herediya

Kam vato ti nêbena / La helegam helegam berbena / Gidî vaje hela mi re / Çir ê hersbena. 


 AMED