Gulana îsal Yekîtiya Huqûqzanên Êzîdî li Elmanyayê hat damezrandin û bi dehan huqûqzanên Êzîdî civandin. Yekîtiyê piştî fermana 3´yê Tebaxa par li Şengalê weke înîsîyatîfa çend huqûqzanan dest pê kir. Ji armancên wê yên sereke ye vekirina rêya dadgehkirina gunehkarên vî sûcê li dijî mirovahiyê li dadgeha ceza ya navneteweyî ya li Den Haagê. Li ser xebatên yekîtiyê û armancên wê em bi serokê yekîtiyê Cahît Tolan re peyivîn.

Tolan dibêje, piştî Fermana 3´yê Tebaxa par ew bi înîsîyatîfê rabûye û hewl daye têkiliyê deyne bi huqûqnasên Êzîdî re û dawiya Tebaxê tevî qederê 10 huqûqzanên Êzîdî civîna pêşî pêk tînin. Piştî vê civînê 33 huqûqzanên Êzîdî Kanûna par li Bielefeld dicivin û biryara damezrandinê didin. Paşê destûr tê amadekirin û meha sisiya tê erêkirin. Yekîtî di encamê de Gulana îsal li Hannoverê tê damezrandin.    


Dadgehkirina sûcdaran erka sereke ye

Rêveberê Yekîtiyê Cahît Tolan dibêje, halê hazir ji karê wan ê sereke ye ku tê derxin, lêê bikolin ka kê di fermana Şengalê de neyartî kiriye, kî di warê huqûqî de berpirsiyar e û dikare weke berpirsiyar were dîtin, lewma li gorî Yekîtiya wan ew kes divê li gorî huqûqa navneteweyî werin cezakirin. Tolan weke mînak jî behsa Dadgeha Ceza ya Navneteweyî a li Den Haagê dike û dibêje, "em dixwazin kes, sazî û partiyên di ferman û qirkirina Şengalê de xwedî berpirsiyarin li Den Haagê werin dadgehkirin û cezakirin.

Cahît Tolan bi bîr dixe ku Tirkiye, Iraq û Sûriyê Peymana Romayê mohr nekiriye û ji ber wê jî ew nikarin şexsî û li ser navê komeleya xwe serî li dadgehê bidin. Di rewşeke bi vî rengî de divê bi erkdarkirina Rêxistina Neteweyên Yekbûyî dozeke bi vî rengî biçe ber destê dadgeha li Den Haagê. Li ser mijarê Tolan weha dewam dike: "Em jî dixwazin ji Neteweyên Yekbûyî bixwazin ku ji Dadgeha Ceza ya Navneteweyî ya li Den Haagê bixwaze vê dozê bişopîne, li dijî kes, sazî, partî û dewletên berpirsiyra dozê veke. Ev daxwaza me ya sereke û li pêş e."


Êzîdayetî weke "Kesayetiya Hukmî"

Cahît Tolan dibêje, mijara wan a din jî reformeke muhtemel a di nava êzîdiyatiyê bi xwe de ye. Li gorî Tolan bivê nevê wê di nava Êzîdayetiyê de reform pêk werin û milet wê vê bike û weha dewam kir: "Em dixwazin Êzîdayetî li Elmanya û Ewrûpayê weke Kesayetiya Hukmî ya Huqûqa Giştî were qebûlkirin. Wextê em bixwazin vê pêk bînin, hingê divê di nava Êzîdayetiyê de jî reformek çêbe. Li gorî dîtina me hingê em dikarin bac û bêşên xwe bidin vê sazîya Êzîdayetiyê ya weke  Kesayetiya Hukmî ya Huqûqa Giştî qebûlbûyî."

Cahît Tolan wekî din bi bîr dixe ku ev yek wê destûrê bide ku Êzîdayetî li dibistana li şûna dersa dîn ji bo zarokê Êzîdî were qebûlkirin. Tolan bi bîr dixe ku ev bîst sal in malên Êzîdiyan li Elmanya hene û ew dixwazin ew jî xwedî li vî karî derkevin: "Da ku pişta me germ be û bi vê piştgermbûnê em doza vî mafî bikin."


Belgeyên pisporan li ser Şengalê şaş bûn

Cahît Tolan weke mijara sêyem a girîng a xebatên xwe jî penaberiyê destnîşan dike û dibîeje, "berê dadgehan li ser Kobanê û Şengalê belgeyên zanayan amade dikirin û digotin, halê Êzîdiyan li Iraqê xweş e, tehlûke tine. Min û parêzerên din jî, me gelek caran ji dadgeran re got, ne wisa ye, ev belgeyên kesên zane ji aliyê Navenda Lêkolînên Kurdî ên Ewropî li Berlînê ve dihatin amadekirin. me digot ev belge ne dihê xwe de ne. Miletê me ji me re tiştekî din dibêje. Piştî bûyera Şengalê dadgeh û saziyên elaqedar ên fermî li Elmanyayê jî bi ser xwe ve hatin û zanîn ku ev belgeyên pisporan ne dihê xwe de ne."

Tolan dibêje ji ber vê yekê ew dixwazin li şûna ku kesên xerîb û dûrî civaka Êzîdî van belgeyên pisporan amade bikin ew bixwe amade bikin.


Gavên siyasî û huqûqî bi hev re 

Herçî xebata pratîk e, Cahît Tolan got ew bi gavên huqûqî bi tenê nikarin nexasim jî di mijara Dadgeha Den Haagê de zêde bi pêş ve biçin, ew divê di warê siyasî de jî dost û hevalan ji xwe re çêkin, da ku ew karibin doza dadgeha Şengalê ji Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (RNY) bikin. Tolan weha dewam dike: "Em têkiliyê bi siyasetmedarên elman re datînin. Me daxwaza xwe ev du meh in ji wan re şandiye. Ew jî difikirin û radigihînin partiyên xwe ka dikarin çawa hikûmeta xwe, ango hikûmeta federal a Merkelê bînin wê merheleyê ku vê daxwazê bigihîne RNY û ew jî biryarekê li ser bide. Da ku ev dadgeh çêbe".

Tolan şervanên ji Ewrûpa diçin jî bi bîr dixe û dibêje, "divê li gorî bendên Qanûna Ceza a Navneteweyî werin cezakirin, lewre cezayê wan girantir e ji endametiya rêxistina terorîst. Em dixwazin ew kesên li Şengalê tevlî qirkirinê bûbe, ne li dadgeha welatê xwe, lê li Den Haagê werin mehkemekirin."


Arşîveke şahidiyan

Rêveberê Yekîtiya Huqûqzanên Êzîdî Cahît Tolan der barê tomarkirina şahidiyan de jî got, ji bo dadgeheke mihtemel, şahidî gelekî girîng in û wî bi xwe li buroya xwe îfadeyên 9 şahidan girtine û endamên wan ên mayî jî bi îhtîmam nêzî vê mijarê dibin. Şahidên ku dema fermana Şengalê ya 3´yê Tebaxê de şerê DAIŞ´ê kirî jî di nava van şahidiyan de cihê xwe digirin. 


Cahît Tolan

Ji Batmanê ye û di deh saliya xwe de tevî malbata xwe sala 1985´an pena xwe gihandiye Elmanyayê. Tolan li vir piştî ku xwendina xwe ya navendî temam dike, li Bremen û Bochumê huqûqê dixwîne. Ji heftsalan û vir ve buroya wî ya parêzeriyê heye li bajarê Elmanya Oldenburgê. Bêhtir mijûl e li ser dozên penaberî û yên ceza. Ew yek ji wan kesan e ku bûye xwedî înîsiyatîf di damezrandina Yekîtiya Huqûqzanên Êzîdî ye.


LUQMAN GULDIVÊ