Dezgeh ji aliyê Komeleya Nivîsakrên Kurd ve hat danîn û dahata ji firotina pirtûkên vê dezgehê jî wê bê şandin ji bo gelê Cizîr, Sûr, Nisêbîn û Geverê yên ji ber êrîş û dorpêçkirinên hêzên dewletê malên wan hatin xirakirin û bi darê zorê hatin koçkirin. Serokê Komeleya Nivîskarê Kurd Omer Dilsoz ê li fûarê li ber dezgeha Komeleya Nivîskarên Kurd e, diyar kir ku mebesta wan bi danîna vê dezgehê ew e ku kêliyek be jî ji bo gelê xwe yê ku malên wî hatine rûxandin bibin alîkar. 

Dilsoz da zanîn ku wan ji her endamê xwe deh pirtûk xwestine û wan jî bi vî awayî kampanyayeke piştevaniyê daye destpêkirin û got, “Dahata van pirtûkan wê ji bo penaberên Sûrê, Nisêbînê, Cîzîre û Geverê bê terxankirin. Em vê hewldanê girîng dibînîn.” Her weha Dilsoz diyar kir ku ew wek Komeleya Nivîskarên Kurd ji bo balê bikşînin ser vê alozî û vê qirkirinê wan kampanyayeke weha daye destpêkirin û weha bang li pirtûkhezan kir, “Em dixwazin gelê me were vê derê pirtûkan bikire. Hem pirtûkan bikire û ji bo xwendina bi kurdî zede bibe, hem jî qene bi dahata wê ji behrê dilopek be jî alîkarî ji bo welatiyan. 


 AMED