Her wiha ji bo piştgiriya berxwedana Sûrê, gelê Amedê jî dê bi pêşengiya rêxistinên bajar ên HDP û DBP’ê dest bi rêzeçalakiyên nû dike. 

Îro saet di 13.00’an de dê li Sumerparkê daxuyaniya çapemeniyê were dayîn û ji bo Sûrê çalakiya nobedê were destpêkirin. Her wiha li navçeyên navendê Peyas, Rezan û Yenîşehîrê û hemû navçeyên Amedê ji îro şûn ve du rojan carekê di saetên êvarê de meşên bi meşale were lidarxistin. Meşa yekem a bi meşale jî îro li ber rêxistinên navçeyê yên DBP’ê dest pê bike.

Her wiha dê çalakiya dengderxistinê jî berdewam bike. Li bajar her roj saet di 18.00’an de gel dê dakeve kolanan û ji bo Sûrê çalakiya dengderxistinê pêk bîne.   


Cenazeyan nadin malbatan

Cenazeyên Îsa Oran û Mesut Sevîktek ên li navçeya Sûrê hatin qetilkirin û piştî 28 rojan rakirin nexweşxaneyê, ligel ku ji aliyê malbatan hatin teşhîskirin jî bi hinceta dê li benda “encama testa DNA’yê bin” ev 3 roj in teslîmî malbatan nayê kirin. Malbatan bi daxuyaniya dan  li hemberî nedayîna cenazeyan nerazîbûn nîşan dan. 

Li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê ku civîna çapemeniyê hat lidarxistin de birayê Mesut Sevîktek, Îhsan Sevîktek axivîn û diyar kirin ku dema ku ji bo teşhîsê çûne nexweşxaneyê dîtine ku cenaze bi dehan guleyan hatine parçekirin. Sevîktek anî ziman ku ew van pêkanînên ne mirovî qebûl nakin û cihê van pêkanînan di tu olan de tuneye. Sevîktek destnîşan kir ku piştî ku cenaze teşhîs kirine ji wan re hatiye gotin ku dê di nava 24 saetan de cenaze bêlsîm bikin ligel vê yekê jî ev 3 roj in cenaze nayên dayîn.  


Polîs bi berxwedanê hatin qewirandin

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê çeteyên dewletê bi gelek wesayîtên zirxî  xwestin bikevin taxa Gungorê û operasyon pêk anîn. Çeteyên dewletê cadeya 23 Nîsanê bi wesayîtên zirxî  dorpêç kirin û barîkat û kolan rasterast gulebaran kirin. Hêzên parastina cewherî bersiv dan êrîşên tîmên taybet û li ser vê yekê pevçûn derket û wesayiteke zirxî ya kobra dema derbas dibû teqîn çêbû. Piştî teqînê Gelek amûrên li hundirê wesayîtê kete destê hêzên parastina cewherî. Şahidên bûyerê diyar kirin ku tîmên taybet gotina “Şehîdên me hene bi lez bin” bi kar anîn. Hat hinbûn ku piştî ku wesayîta zirxî birin hat hinbûn ku ji birîndaran 6 kes birine Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê. 


Cenazeyên 5 kesan rakirin Şirnexê

Li Cizîra Botan berxwedana gel ya li hemberî êrîşên komkujiyê berdewam dike û çeteyên dewletê duh jî bi êrîşan dest bi rojê kir. Êrîşên ku du roj berê li hemberî taxa Cudiyê hatibû destpêkirin û ji 10 welatiyên birîndar 2 kes jiyana xwe ji dest dabûn, bi topbaranê heya saetên sibehê berdewam kir. 

Taxa Cudiyê hem di bin topbarana tankan hem jî di bin gulebarana wesayîtên zirxî de ye. Hêzên YPS’ê jî di çarçoveya parastina cewherî de bersiv dide êrîşan. Hat ragihandin ku her wiha taxa Sûrê jî di bin topbaranê de ye. Di saetên sibehê de di gulebarana li hemberî taxê de jina bi navê Hêlîn Oncu (20) birîndar bû. 

Her wiha Cenazeyên 3 kesên li Cizîrê ji aliyê çeteyên dewletê ve hatin qetilkirin û cenazeyên endamê Meclisa Şaredariyê Abdulhamît Poçal û Selman Erdogan ên ji bo rakirina cenazeyan çûn taxa Cûdî, lê ew jî bi guleyên polîsan hatin qetilkirin, rakirin Şirnexê.  


Li Hezexê rewşa awarte ya fiîlî

Li navçeya Hezexê ya Şirnexê ku bi mehan e ji bo piştgiriya berxwedana Cizîr, Silopî û Nisêbînê li ser piyan e, çeteyên dewletê amadekariya rewşa awarte dikin. Bi rojan e polîs bi wesayîtên zirxî hewl dide navçeyê dorpêç bike û vê carê jî operasyonên binçavkirinê hat destpêkirin. Hat zanîn ku polîsên li navenda navçeyê bi wesayîtên zirxî digerin, welatiyen bi awayek kêfî dide rawestandin, li ser wan digere, dest datîne ser telefonên wan û parvekerinên li ser tora civakî hatine kirin lêkolîn dike. Hate zanîn ku di nav du rojan de derdora 30 welatî bi vî rengî hatine binçavkirin û piştî bi saetan li emniyetê hatine rawestandin, serbest hatine berdan.


Sêrtê deng da Cizîr û Sûrê

Her ku diçe ji bo piştgiriya bajarên ku berxwedan lê heye zêde dibe. Bajarên din jî bi çalakiyên xwe yên deng derxistinê piştgiriyê didin berxwedana bêhempa. Li Sêrtê welatiyan ji bo piştgiriya berxwedana li Cizîr ê Sûrê çalakiya deng derxistinê pêk anîn. Di serî de taxa Ulusê li gelek taxên din ji bo piştevaniya berxwedana Sûr û Cizîr deng hat derxsitin û bi lêdana tawe, fîtik û tilîliyan êrîş şermezar kirin. Di çalakiyê de bênavber dirûşmên “Bijî berxwedana Sûrê”û “Bijî berxwedana Cizîrê” hatin berzkirin. 


 AMED/ŞIRNEX




 Gelê Nisêbînê: Em ê xwe li ser axa xwe biparêzin



Gelê Nisêbînê bertekên tund nîşanî daxuyaniyên Serokwezîr Davutoglu yên wekî “Dê li bajaran qereqolên nû bên avakirin” dan. nisêbînî gotin hewcehiya wan bi leşker, polîs û qeroqolên dewletê nîne û ew naxwazin ku tu kesên din li ser axa wan parastina wan bike. 

Yek ji endamên YPS-Jin, Dîlan Avşîn jî der barê daxuyaniyên Serokwezîr Ahmet Davutoglu yên têkildarî avakirina qereqolên nû yên li bajarên Kurdistanê axivî. Avşîn destnîşan kir ku dewlet bi çêkirina qereqolan amadekariya komkujiyên nû dike û wiha got: “Bila her kes, Davutoglu û Erdogan baş bizanibin her çiqas li Kurdîstanê hêzên xwe bi cih bikin jî dê li ber hêza YPS û gel têk biçin.”

Jina bi navê Zumeyra Akgul jî destnîşan kir ku ew qereqol û hêzên dewletê li ser axa xwe naxwazin û wiha axivî: “Bi tank û topên xwe bajarên me hilweşandin. Bi guleyan zarokên me hemû kuştin. Li hemberî van êrîşên wan heta ji destê me bê em ê li ber xwe bidin û em ê nehêlin li ser axa me êrîşî me bikin. Yên ku ji axa me derbikevin ew û hêzên xwe ne.” 

Bavê ciwanê bi navê Lokman Sune, Xelex Sune yê ku di 4’ê îlona 2015’an de ji aliyê çeteyên dewletê ve hat qetilkirin jî anî ziman ku ji xwe ewlehiya dewletê li Kurdîstanê heye û welatê wan dagir kiriye. Sune destnîşan kir ku berfirehkirina ewlehiyê jî ji bo qetilkirina Kurdan e.