6’emîn kongreya PYD’ê bi diruşmeya “Ji Rojava ber bi Sûriyeya Demokratîk ve” li navenda Çand û Hunerê ya Aram Dîkran a bajaroka Rimêlan hat lidarxistin. Kongra bi beşdarbûna 300 delegeyên ji sê kantonên Rojava, her wiha 300 mêvanên hemû hêz û partiyên Kurdistanî yên ji Rojava, Bakur û Rojhilatê Kurdistanê, nûnerên ewropî û ereb jî beşdarî kongreyê bûn. 

Ji bilî axaftinên hevserokên PYD’ê dê hevserokê kantona Cizîrê Humêdî Deham El-hadî, li ser navê YNK’ê Mele Bextyar, li ser navê PDK’ê Kemal Kerkûkî, li ser navê Tevgera Goran endamê rêveberiya Tevgerê Zerdeşt Mele Hesen, li ser navê HDP’ê Selma Îrmak, her wiha dê li ser navê Kongreya Jinên Azad, Zehmetkêşanî Kurdistanê, Komele ya Kurdistanê, Sosyaslistî Kurdistan, Tevgera Azadiya Kurdistanê, Partiya Rizgarî ya Kurdistanê, Partiya Kesk a Kurdistanê, Partiya Soran a Nerwij, Partiya Keskan a Danîmark, her wiha dê nûnerên suryaniyên Kantona Cizîrê, Heyet El-Tenisîq a hêzên Veguhertina Demokratîk a Sûriyê, PDPKS û dê gelek axaftin bêne kirin.


Sûriyeya demokratîk

Kongre bi rêzgirtinê dest pê kir û paşê Hevseroka PYD’ê Asya Ebdulah axaftina vekirinê kir. Hevseroka PYD’ê Asya Ebdulah diyar kir ku berxwedanek bi rûmet a gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê û Rojhilata Navîn tê meşandin û wiha pê da çû: “Em bi hêvîne ku kongreya me bibe hêza berxwedan û tekoşîna gelan a ji bo Sûriyeya Demorkatîk û azad û mafê hemû gelê Sûriyê bê misogerkirin.”

Asya Ebdulah der barê hemû berxwedêrên azadiyê yên ji bo mafê gelê Rojava û pêkanîna jiyana azad de wiha got: “Kongreya me ya îro bi saya tekoşîna wan û fedekariya gelê me û hemû pêkhateyên Rojava tê lidarxistin. Berxwedana gelê me di asta herî jor de dimeşe, dê ev berxwedana me pêşeroja gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê û hemû Rojhilata Navîn destnîşan bike.”

Ebdulah berxwedana hemû hêzên Kurdistanê silav kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em berxwedana hemû hêzan û gelê xwe yên piştgiriya şoreşa Rojava dikin, silav dikin. Şoreşa Rojava bi armanca avakirina Sûriyeyeke demokratîk û jiyana azad e. Em hemû saziyên pîrozkirina kongreya PYD’ê kirin, silav dikin.” Piştî axaftina Asya Ebdulah bi dawî bû Hevserokê PYD’ê Salih Muslim bi zimanên Kurdî, erebî û ingilîzî bixêr hatine hemû beşdarên kongreyê kir û dest bi xwendina rapora siyasî bi zimanê Kurdî kir. 


Felsefeya Ocalan

Berpirsê Buroya Siyasyî ya Partiya Yekîtiya Niştîmanî Kurdistanî (YNK) Mele Bextyar jî diyar ku Rojava zêdetirî 7 hezar Şehîd di her çar perçeyê Kurdistanê de daye. Bextiyar destnîşan kir ku serkeftina Şoreşa Rojava misogeriya azadiya Kurdistan û Sûriya demokratîk e. Hevserokê Kantona Cizîrê Şêx Himêdî Deham El-Hadî diyar kir ku gelê Kurd pêşengtiya şoreşa Rojhilata Navîn bi rêya felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dike û wiha got: “Nakokiyên di navbera aliyên Kurdî de bandora xwe li pêkhateyên din ên herêmê dikin, ji ber vê yekê divê hemû alyên Kurdî nakokiyên xwe bidin aliyekî.”


Peyama KCK’ê hat xwendin


Peyama Koma Civakên Kurdistanê (KCK) ya di kongreya 6’emîn a PYD’ê de hat xwendin. Di peyama KCK’ê hat gotin ku avakirina Sûriyeke demokratîk tenê di rêya Şoreşa Rojava re dê pêk were û dê hevsengeyên li Rojhilata Navîn destnîşan bike. KCK’ê di peyama xwe de bal kişand ser girîngiya rêxistkirina jinan û ciwanan û wiha domand: “PYD’ê ji nûnertiya jinan û pêkanîna mînaka demokratîk a li Rojhilata Navîn û Cîhanê berpirsyare. Di heman demê de divê rola ciwanan jî bê parasitin û ciwan baş bêne rêxistinkirin. Pêwîst e PYD’ê sîstema xwe ya demokratîk zêde bike, xwe baş bi rêxistin bike û hemû xebatkar û karmendan di bin sîwana TEV-DEM’ê de birêxistin bike.”  



Irmak: Kongra PYD’ê netewî ye


Hevseroka Kongra Civaka Demokratîk (KCD) Selma Irmak di kongreya PYD’ê de axivî û wiha got: “Ev kongre, kongreyekî netewî ye û têde hemû nûnerên parçeyên Kurdistanê amadene.” Irmak di axavtina xwe de got ku sedsala 21’emîn bûye sedsala azadiya jinan û ev yek bi saya berxwedana jinên Rojava pêk hatiye û destnîşan kir ku jinên Rojava nûnertiya azadiya tevahî jinên cîhanê dikin û ev tişt gotin: “Sedsala 20’emîn sedsala şerê birakujî bû. Tenê tekane rêya azadiya Kurdan yekîtiye.” Irmak bal kişand ser şoreşa gelê Kurd a bakûrê Kurdistanê ku ev 40 sale ji bo mafê xwe yê rewa tekoşînê didin meşandin û wiha dom kir: “Dewleta Tirk li dijî avakirina statuyek Kurdî li rojava polîtika da meşandin û niha jî li hemberî gelê Kurd yê Cizîra Botan kiryarên hovane dimeşîne.” Irmak di dawiyê de bang li PYD’ê kir ku asta têkoşîna xwe bilind bike û rêxistina xwe xurt bike.  


Wê çavkaniya yekîtiya Kurdan


Kesayetên Siyasî yên ku beşdarî 6. kongra PYD’ê bûne, pêwîstiya lidarxistina Kongra Netewî ya Kurdistanî anîn ziman û hêvî kirin ku ev kongre bibe çavkaniya yekîtiya Kurdan.

Kesayetên siyasî yên ku beşdarî 6. kongra asayî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bûne, derbarê kongrê de ji ANHA’yê re axivîn.

Berpirsê şaxê Partiya Yekîtiya Niştimanî YNK’ê yê li Şengalê Xidêda Murad lidarxistina kongrê pîroz kir û hêviya xwe ya ku ev kongre bibe bingeha yekîtiya kurdan û lidarxistina Kongra Netewî ya Kurdistanî, anî ziman.

Murad destnîşan kir ku ew bi hêvî ne ku kongre serkeftî û li gor berjewendiyên tevahiya gelên Kurdistanê bidome û banga yekîtiyê li tevahiya gelê Kurd, kir.

Parlementerê berê yê parlementoya herêma başûrê Kurdistanê Cemal Yûsiv Mehmûd jî axivî û got ku li Rojavayê Kurdistanê gelek destkeftî hatin bidestxistin, Projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hat îlankirin û kanton hatin avakirin.

Mehmûd di dawiyê de jî diyar kir ku gelê Rojavayê Kurdistanê karibû ku prensîbên biratiya gelan û jiyana hevbeş a hemû pêkhateyan, pêk bîne û bi vî tecrûbeyê ber bi Sûriye azad û demokratîk ve diçe. 


ANHA/GIRKÊ LEGÊ