Ji bo guftûgoyên derbarê rewşa nû ya Sûriyeyê û zêdebûna tundiyê ku rojane bi sedan kes tên kuştin de vê carê jî li New Yorkê civînek pêk tê û tê de bang li Hikûmetê û muxalefetê tê kirin ku dawî li kuştin û tundiyê bînin. Ev civîn li ser banga Rûsyayê pêk tê û gelek welatên herêmê jî tevli civînê dibin.
Her wiha li gorî hin çavkaniyên El Exder El Ibrahîmî pejirandiye ku bibe nûnerê Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûriyeyê li şûna Kofî Annan cih bigire.
NY’YÊ çavdêrên xwe vekişand
Ji aliyekî din ve jî dawî li peywira çavdêrên Neteweyî Yekbûyî hat û ji vî welatî hatin paşvekişandin. Balyozê Franse Gerard Araud, piştî civîna Konseya Ewlekariyê ya NY’yê daxuyaniyek da û ragihand ku ji bo berdewamkirina karê çavdêran li Sûriyeyê tu şert û merc nemane.
Ev mîsyona çavdêrên NY’yê ya li Sûriyeyê parçeyek ji plana aşitiyê ya nûnerê taybet ê NY’yê Kofî Annan bû. Rayedaran dan zanîn ku beriya demekê li nêzî otela çavdêr tê de diman teqînek pêk hatiye û ev yek jî bandor li vê biryarê kiriye. Ji aliyekî din ve piştî ku herdu aliyên şer, ango artêşa dewletê û ya azad li gorî xalên plana Kofî Annan tevnegeriyan û şer û pevçûn di navbera wan zêde bûn pê re jî kuştina sivîlan zêde bû û êdî tu wate ji mana wan çavdêran a li Şamê nemaye.
2.5 million bê çare ne
Kordîntora karûbarên mirovî ya ser bi Neteweyên Yekbuyî Valerie Amos ragehand ku, 2.5 milyon kes li Sûriyê pêwîstiya wan bi alîkariyê heye.
Amos di hevdîtina xwe bi serokwezîrê Sûriyê Waêl Helqî û berpirsên din yên Sûriye re tekez kir ku divê hêzên hikûmetê û çekdarên muxalefetê kar ji bo parastina sivîlên di nava şer de dimînin bikin.
Her wiha kordînatora karûbarê mirovî ya NY`î ji li Şamê ji rojnamevanan re ragihand ku: Zêdetirî yek milyon kes koçber û derbederbûn û di hejariyê de dijîn, her wiha milyonek kes jî pêdiviya wan bi alîkariyên mirovî hene.
Amos berdewam kir û got: "Di meha Adarê de me gotibû ku yek milyon kes pêwîstiya wan bi alîkariyê heye, lê niha 2.5 milyon kes pêwîstiya wan bi alîkarî heye û em planên xwe û xwestekên xwe bo temînkirina alîkariyan nû dikin."
NAVENDA NÛÇEYAN