Wezîrên karên derve yên welatên Komkara Ereban, bi mijarên “Suriye” û “geşedanên li herêmê” li paytexta Misrê Qahîreyê civiyan. Di civînê de Serokomarê Misrê Muhemmed Mursî axaftinek kir û diyar kir ku dewletên Misir, Îran, Siûdiyê û Tirkiyeyê dê li ser rewşa Suriyeyê civînekê li dar bixin.
Mursî derbarê cih û dema civînê de agahî nedan, lê destnîşan kir ku divê dem neyê windakirin û ev tişt gotin: “Divê hemû kes zanibe ku gelê Suriyeyê biryara xwe daye, divê pêdiviya vê yekê bê kirin. Ji bo rawestandina xwînê hîn jî dem heye.”
Bi rastî dema mirov bala xwe dide vê tabloya nû wiha xuya dike ku ew plana welatên wekî dijminê rejîma Esed tevdigeriyan û b her awayî alîkariya muxalefeta çekdar dikirin plan û projeya wan neçû serî.  Ji her kesî bêtir Tirkiye û Siûdiyê hemû rengên alîkariyê ji muxalefeta çekdar re dikirin û hê jî dikin. Muxalefeta çekdar ku pişta xwe bi van dewletan bihêz dikir bi tu awayî diyalog qebûl nedikir û heta dawî van welatan jî desteka ji bo rûxandina rejîma Esed bi riyên çekdarî heta dawî dikir.  Lê wiha xuya dike ku hesabên der û malê yên wan welatan li hev nehat û ew welatên ku bi hemû hêza xwe hewldanên ji bo çareseriyê yên Kofî Annan têk birin, niha dê qaşo diyalogê bi riya plana nû ku berdewamiya Plana Annan e lê tenê nav hatiye guhertin û li şûna Annan bûye El Ibrahîmî bikin.  Di nava van her çar welatên ku dê bên ba hev ji bo rawestandina şer û tundiyê tenê Îranê piştgiriyê dide rejîma Sûriyeyê. Her sê welatên din dijminaya xwe ya ji bo rejîma Sûriyeyê di her warî de aşkere kirine û hewldanên berê yên aştiyane têk birine û heta ji wan hatiye şer û pevçûnên li vî welatî gur û geş kirine.  B gotinekî din mirov dikare bêje ku bi qasî rejîma Sûriyeyê ew welatên ku alîkarî û çek dane muxalefeta çekdar berpirsiyarên rijandina xwîna gelê Sûriyeyê ne.
Her wiha ew berpirsiyarên koçkirin û penaberiya bi dehezaran gelê Sûriyeyê ne. Lê aliyekî din hemû medya van welatan ku di serî de medya Qeter û Siûdiyê rola herî mezin di vî şerî de kir û herdem geşkirina tundiyê daye pêş. Ji aliyekî din ve vê medyaya ku di nava ereban de bûne wekî dêwên medyayê herdem hewldanên aştiyane di tariyê de hiştine û bazirganên şer dane pêş.
Bi her halî xuyaye ku hesabên der û malê ên wan welatan li hev nekir û ew hêviyên ku di demeke kurt de dê muxalefeta çekar rejîma Esed birûxînin li hev nehat. 

QAHÎRE




Şer wê bidome

Rojnamevanê Ingilîstanê yê bi navûdeng  ku xwediyê xelata bi navûbang ya karê rojnamegeriyê ye ji bo rûmalkirina şerên navçeyê. Robert Fisk, piştî ku du hefteyan li Sûriyê bû û berdewam rewşa Sûriyê ji bo rojnameya Independent ya Ingilîstanê diguhast, tirsa xwe li serî hildana şerekî nû li piştî dawîbûna rêjîma Beşar Esed dide diyar kirin. Di nava hevdîtina xwe digel hin rojnameyan Robert Fisk ragehandiye û weha gotiy: “Niha li nav Sûriyê çendîn kes hene ku mil bi milê sûriyan li dijî rêjma Beşar Eesed şer dikin, lê belê piştî çûyîna Beşar Esed her yek ji wan dibêje (Emê desthilatê bigrin destê xwe), her wiha li gorî çend zanyariyekê her aliyek ji niha ve xwediyê çekên giran in.” Fisk, radighîne ku niha li dest hêzên Artêşa Sûriyeyêya Azad e çendîn cure çekên cuda hene ku veşartine û piştî dawîanîna rêjîma Beşar Esed ê wan çekan aşkira bikin û ji min diyar bû ku Qeter û Siûdiyê alîkariya wan dike. Di dirêjahiya gotina xwe de rojnamevanê ingilîzî, Robert Fisk , dibêje: Li Helebê min çekên tikî dîtine ku di destê hêzên Artêşa Sûriyeyêya Azad de bûne. 

LONDON