Café de Miro sibehan û nîvrojan xizmetê dide. Taştêya wê jî firavîna wê jî xelkê heyranî xwe dihêle. Niha ji ber şewba koronayê mişterî nebin jî Bryan Esler ewqasî heyranî tahmên Kurdî bûye ku li serê nivîsiye. Café de Miro li bakurê DYE`yê li eyaleta Michiganê, li bajarê Grand Rapids e. Jin û mêrek, Apo û Fatoş Alagoz wê bi rê ve dibin. Taştêya wan xasma ji ber heşînayiya bi usûlê Kurdî navdar e. Bryan Esler jî dibêje, “li wir ya ku tê ber we tahmên Kurdî ne”. Lê ne tenê ew, atmosfereke qehwexaneyên Fransî û qehweya Erebî, goştê bi sosên Ermenî jî bi tahmên Kurdî re tên pêşniyazkirin. Axir mala wan ava ji ber ku navê Kurdi hil dane.
NEW YORK