Eskerên Tirk her dera Dersimê dişewitînin û şewat jî li her dera daristanên bajêr belav dibe. Şewatên li herêma Kûtûdere, Harsî, Arekî, Zargovît û Ahpanosê didomin. Şewat her diçe berfirehtir dibin. Hate zanîn ku li herêma Pîlvenkê jî doh agir bi daristanê ketiye û ya rastî eskerên Tirk agir bi daristanê xistine. Pêr li Mêzgira Dersimê, di navbera Kale û Gebanê artêşa Tirk a dagirker di dema operasyonê de agir deverê xist. Hate ragihandin ku şewat nêzî gundê Kaleyê bûye û ketin û derketina gund hatiye qedexekirin.
DERSIM