
Şevekî li ser hêviyên bexteweran li destana keçên welatê te digeriyam. Navê te xwe li perdeya ahengên helbestên min dabû û digot min vebêje ji van çiyan re, hêj beriya tu biçî. Serê her sibeh û êvaran dengê te dilê min dike serhildan, wek dilê hemû zarokên bajarê te. Dengê te dibe lorîna dergûşan û zarokên vî welatî aşê dike, nahêle ti xem li ser rûçikên wan rûnê. Îşev sêyemîn salvegera pêkhatina xeyalên nîvcomayî ye. Lê tu gelek dûrî... Çavên te hêje wek berê bi min re diaxivin û tu zanî êdî çavên te stargehin ji keçên welatê tenêmayî re, ew di tenhayiya dilê xwe de li awirên te digerin kêliyekî, ew li bûka baranê digerin di bedewiya çavên te de.
Çend sal berê çawa ku me li gel hev bêriya hev dikir, îşev dîsa gelek û gelekî biriya te dikim. Dîsa dixwazim tenê kêliyekî di ber bajarê te ve derbas bim û bêhna destegulên li ser gora te bikşînim hinavê xwe. Çawa ku dema me porê xwe dabû bayê bêhna porê te ez di cihê xwe de dicemidandim, wê Avesta ji min dûr bikeve... Ji ber ku bêhna dûriyekî ji poran tê. Dema îşev dibihorim li ber Bazîdê ve, bêdengim. Nebe dengê çip çipa rondikên min te ji xewa şêrîn şiyar bike. Nebe em bikevin kemîna şevê u dengê guleyên bêrehim xewa ji çavên bedew birevîne û em gelekî bêdeng bihorîn. Li her bihostek axa te, li ser her gulek li şûnevarê te bîranînek me bi hevre, hêviyên me û xeyalên me bicih ma.
Li ser hêviyên min parçebûn cara yekemîn, êşa dawî û ya destpêkê. diponijîn hestên min li ser bendewariya doh. Ji ber êdî doh li pişt gelek çiyan bi cih ma. Lê tu qet di rojên berê te bicih nemayî heval! Di hemû tavaheyvên ku em bi caran di bin de dimeşiyan, wêneyê çavên te her şev ez bi xewê dixistim...
Li van çiyan gelek caran tu li kêleka hev, bêriya hev dikî. Cara dawî dema em li ser şîverêyekî bi Şehîd Avesta re dimeşiyan di tarîtiya şevê de ku tenê me dengê lingê hev bi zorê dibihîst ji min re sirûda oxirê dixwend. Me nedizanî em çima bêriya hev dikin, me nedizanî çima em bihevre stranên xatirxwestinê dibêjin. Ne tenê em, Govendê jî serçopiya çûyînekê dikêşand û Çarçêla stranên azadiyê li pey koma gêrîla digot. Me li Govendê çûyîna wê temaşe dikir, dema çeka wê ya sekvaniyê li ser milan, keziyên xwe ji bayê hişk ê deşta Herkî re berdabû û diçû. Di asoyên dûr de wenda dibû û diçû. tenê cara dawî vegeriya û destê xwe ji me re hejand. bêhemdê xwe min li kêleka kelegiriya zarokek sêwî rondikên xatirê helbestên şevê dibarandin. Wê demê dilên ji wargehên xeyalên şoreşgeran barkirî ez tewambar dikirim bi her çûyînek wê re, bê çima rondik, çima êş?
Vedigeriya dikir bêje çima êdî şevên helbestan ji quncika rojnivîsa min barkirine û koçberin dikir bêje li benda min bimîne emê xeyalên çûyîna xwe ya Dêrsimê pêk bînin. Û dikeniya herî dawî û digo; tu gihişte serê kîjan kaniya ku hevalan av jê vexwarine, ji bo me herdûyan têra dilê xwe avê vexwe. Îşev dîsa li gel kaniyekî rûniştime. Tava heyvê li dilê ava zelal dide û wêneyên bedewiya te bûye eynika rastiyê ku tê de xwe dibînim. Dîsa ji vê kaniyê avek sar berdidim ser hinavê, ji bo pêkanîna hemû daxwazên te.
Û heval dikim îşev keziyên te bikim balgiyê şevê, xewa dilê stêrkan û kêliyekî aram bigirm li ser daxwazên şervantiya te ya pîroz. Gelek kes di şeva şehadeta te de xeyalên te pêk tînin û parastina hemû pîroziyên welatê me dikin. Em xeyalên azadiyê pêktînin! Êdî Ehrîman ji welatê me derdikeve, keça Ehûramezda, Avesta Zerdoşt...
GELAWÊJ EWRÎN