PYD’ê gefxwarinên Erdogan ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û bang li civata navdewletî û hikûmeta Sûriyê kir da ku bi yekrêzî ji bo têkbirina armancên Erdogan bisekinin û got, “Erka me ya exlaqî û mirovî li me ferz dike ku em heta serketinê li ber xwe bidin.”

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li dijî gefên dagirkirinê yên dewleta Tirk bi daxuyaniyekê “Di dema ku DAIŞ nefesa xwe ya dawî dikişîne li Dêrazorê û Hecînê li ser destê QSD’ê bi piştgiriya Koalîsyona Navdewletî ya li dijî terorê bi rêveberiya Emerîkayê, Erdogan gefa êrişan li dijî herêmên rojhilatê Firatê dixwe û careke din şer li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê radigihîne.”

PYD gefxwarinên dîktatorê Tirk Erdogan şermezar kir û got, hewldanên Tirkiyeyê ji bo dirêjkirina temenê DAIŞ´ê ye. PYD´ê bi bîr xist ku Tirkiye destek daye û dide wan komên terorîst ku binpêkirinên maf û azadiyên mirovan li Sûriyê kirine û wiha dewam kir: “Armanca Tirkiyeyê ji van gefxwarinan têkbirina ewlehî, aramî û jiyana hevbeş a ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye ku bi saya xwîna bi hezaran şehîdan hatiye bidestxistin.”

Heta serketinê berxwedan

PYD´ê herî dawî bang li hêzên navneteweyî û rejîmê jî kir û got, “Em bang li Neteweyên Yekbûyî, Desteya Ewlehiyê, hikûmeta Şamê, Lîga Ereb, Rêxistina Hevkariya Islamî, partiyên siyasî yên Kurdî, hêzên demokratîk li Sûriyê û li herêmê û cihanê û beriya her kesî li gelê Sûriyê dikin ku bi yekrêzî ji bo têkbirina armancên Tirkiyê bisekinin. Ragihandina şer li dijî herêmê berî her tiştî tê wateya ragihandina şer li hemberî hêzên Koalîsyonê û bi taybet DYE’yê.

Baweriya me heye bi berxwedana QSD’ê û gelê me yê ku di rastiya xwe ya di doza azadiyê de gihiştiye, û erka me ya exlaqî û mirovî li me ferz dike ku em heta bi destxistina serketinê li berxwe bidin.”