
Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê (TEV-ÇAND) ya Ewrûpayê konferansa xwe ya 5. li bajarê Elmanyayê Kolnê li dar xist.
Zêdeyî 100 hunermend û mêvanên ji gelek welatên Ewrûpayê beşdarî konferansê bûn. Di konferansê de meclîs û hevserokên nû hatin hilbijartin.
Konferansa TEV-ÇAND’ê ya bi şiyara “Têkoşîna Xweseriyê Parastina Çand û Hunera me ye” hat lidarxistin û piştî du rojan bi dawî bû. Di konferansê de polîtîkaya talanê û komkujiyên AKP li hemberî gelê Kurd û bajarên Kurdan, bi tundî hat şermazarkirin. Di nîqaşên li konferansê de behsa kîmasiya hunermendên Kurd hat kirin ku li hemberî vê wehşetê, bi rola xwe ranebûne.
Biryarên konferansê
Her weha di konferansê de biryar hat dayîn li hemû welatên Kurd lê, xebatên meclîsên çand-hunerê werin xurtkirin, giranî werre dayîn ji karên şano, govend û dengbêjiyê re û ji bo ku welatiyên ji Rojavayê Kurdistanê ji neçarî koçî welatên Ewrûpayê kirine jî tevlî karê çand-hunerê bên kirin, biryar e ku xebateke taybet were meşandin.
Di konferansê de di bin 5 serenavên bingehîn de biryarên nû hatin wergirtin û plansaziyek hat amadekirin.
Popularîzm û ezezî hat rexnekirin
Di konferansê de, nuqteyeke din a hunermendan rexne lê kirin, rêbaza ‘popularîzm û ezeziyê’ bû. Hunermendan got, “Erka hunermendan ew e ku bi gel re bibin yek û li hemberî çanda welatên rojava, çanda Kurdî derxînin pêş” û destnîşankirin ku divê hunermend li hemberî modernîteya kapîtalîst, modernîteya demokratîk esas bigirin.
Hevserokên nû hatin hilbijartin
Piştî nîqaşan, ji bo destnîşankirina meclîsa nû û hevserokan, hilbijartin hat kirin. Di encama dengdanê de Meclîsa TEV-ÇAND´ê ya Ewrûpayê ya ji 43 kesan hat hilbijartin. Ji bo hevserokatiya wê jî Şeyda Qawamî ya ji Rojhilatê Kurdistanê û Cewat Merwanî hatin hilbijartin.
Di konferansa TEV-ÇAND’ê de ji bo xebatên rêxistinkirin, perwerde, şano û çand-hunerê plansaziyeke nû hat amadekirin. Di konferansê de her weha xalên xebatê yên li ser bingeha paradîgmaya azadîparêz, demokratîk, ekolojîk û azadiya cinsiyetî a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi piraniya dengan hatin qebûlkirin.
Konferansê diyarî wan dikin
Ji beşdarên konferansê Hozan Peywan, Hozan Nûarîn û mamosteyê Kurdî Bawercan Karakaş ji ANF’ê re axivîn. Hunermed û mamosteyên Kurd fikrên xwe weha anîn ziman.
Nûarîn: Konferans di demeke dîrokî de tê lidarxistin. Ji ber ku niha li Cizîr, Nisêbîn, Sûr, Şirnex û gelek bajarên Kurdistanê berxwedaneke dîrokî heye. Di nava vê berxwedana dîrokî de em konferansa xwe pêk tînin. Em vê konferansê diyarî wan dikin. Di vê demê de, ji bo em bi gelê xwe re bibin yek, çi ji destê me hunermendan bê, em ê wê bikin.
Hozan Peywan: Ev 2 roj in konferansa me dewam dike. Berxwedana li Kurdistanê bandorê li karên çand û hunerê jî dike. Weke hunermendên Kurd em ê li hemberî komkujiyên li Kurdistanê rêxistinbûyîna xwe xurtir bikin. Bi vê konferansê, em ê bi ruhekî nû, bi pêngaveke nû meşa xwe bidomînin.
Mamoste Bawercan Karakaş: Ez nîqaşên îro erênî dibînim. Bi vê konferansê, em ê bibin xwedî firsend ji bo çareserkirina gelek pirsgirêkên xwe. Ji bo bipêşvebirina zimanê Kurdî, li Awûstûryayê hem li dibistanên fermî, hem jî li komeleyên xwe em hewl didin bigihînin zarokên xwe. Piştî vê konferansê divê her kes bi erka pêşengiyê rabe û tevlî kar bibe.
KOLN