
Dema mirov li paşperdeya komên çete yên êrîşî Şengalê kirî, binêre, mirov dibîne ku ev kom hemû ji aliyê MÎT`a Tirkî û PDK`ê ve tên birêvebirin. Dîsa gelek çeteyên wek Zîab El-Remediye yên girêdayî MHP`ê jî hene. Lê tenê navê Pêşmergeyên Rojava derket pêş, ev yek jî ji bo derxistina fitne û fesadiya di navbera gelê Rojava de pêk hatiye.
Hin komên çete di 3`yê Adarê de li navçeya Xanesor a ser bi Şengalê kom bûn û êrîşî Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) kirin. Di encamê de 8 şervanan jiyana xwe ji dest da. Li gorî kanalên nêzî PDK`ê, ev komên çete bi xwe çeteyên bi navê Pêşmergeyên Rojava ne. Lê bi karanîna vî navî gelek sedeman derdixe pêş.
Li gorî agahiyên ji Şengalê û belgeyên ketin destê YBŞ`ê, komên êrîşkar ji çeteyên Zîabên Remadî, Zêrevanî, çekdarên PDK`ê yên bi ser Serbest ve, Heşida Sunî, MÎT`a Tirkan û Pêşmergeyên Rojava pêk dihat.
Bi vekolandina koka van koman re, yekser têkiliya wan bi Tirkiyê re diyar dibe ku ev kom bi fermanên MÎT`a Tirk û PDK`ê tevdigere.
Bozkurt (Gurên Gewr/Boz)
Di sibeha 7`ê Adarê de, bi sedan kes ji xelkê Êzîdî ji Kampar Newroz û bajarên Amûdê û Tirbespiyê bi armanca destekdayîna gelê Xanesorê, berê xwe dan korîdora di navbera Rojava û Şengalê de.
Lê çeteyên PDK`ê li benda dawî ya di navbera Rojava û Şengalê de li gundê Zeraya berê çekên xwe dan gel û gule teqandin. Bi vî awayî xwestin herikîna gel asteng bikin.
Di nava wan kesan de ku gule bi çeka BKS`î direşandin, Mihemed Yilmaz hat nasîn. Yilmaz ji bajarê Sakarya yê nêzî Stenbolê ye û di heman demê endamê tevgera nijadperest a Tirk a bi navê Bozkurt e.
Rêxistina Bozkurtan girêdayî rastgirên radîkal ên Tirkiyeyê ye û weke çekdarên MHP`ê tên nasîn. Ev koma hanê ti muzakereyan bi Kurdan re qebûl nake û berê di lîsteya terorê de bû. Ji aliyê Alp Arslan Turkeş hat avakirin û di salên 70`yî de gelek çalakiyên terorê li dar xistin.
Di îlona 2015`an de Ahmet Davutoğlu ku wê çaxê serokwezîr bû, serdana gurên gewr ên Turkeş kir. Piştî wê, Endamekî vê kombûnê, pîlotê Rûsî ku balafira wî di 24`ê mijdara 2015`an hat xistin, kuşt.
Dîsa Recep T. Erdogan di 12`ê Çileya 2015`an de bi riya vê komê ambargo li ser Qirimê ferz kir.
Di êrîşên li dijî Şengalê de, endamên vê komê yên ji kampa Başîqa, cilên pêşmergeyên Rojava li xwe kirin û cihê xwe tê de girtin.
Hêza Zêrevanî û Çekdarên PDK`ê
Ev hêz girêdayî PDK`ê ye û di bin fermana Mesrûr kurê Mesûd Barazanî de ye, ji aliyê Ezîz Weysî ve tê birêvebirin. Ev hêz xizmeta mala Barzanî dike. Li Başûrê Kurdistanê bi tundûtujiyê tê naskirin û destê wê di kuştinên kujer qaşo nediyar de heye. Hejmara çekdarên wê digihîje derdora 10 hezarî.
Hejmara çekdarên PDK û Serbest jî qederê 10 hezaran e. Beriya êrîşa çeteyên DAIŞ`ê li Şengalê bi cih dibûn. Pirraniya kesên beşdar bûne, ji bo peran e. yekser girêdayî PDK´ê ne û ti têkiliya wezareta pêşmergeyan bi wan re tineye. Destê wan di komkujiya dawî ya li Şengalê qewimî de heye.
Heşida Niştimanî ya Sunî
Heşida Niştimanî ya Sunî ji eşîrên Ereb yên sunî yên Mûsilê pêk tê. Tirkiye ew birêxistin kirin û di Kampa Beşîqa de ew perwerde kirin. PDK`ê û malbata Barzanî di avakirina wê cih girtin. Bi riya vê komê, Tirkiye hewl dide alternatîfa Heşid El-Şeibî ava bike.
Lê ev yek bi redkirina Îraqî re rûbirû ma ku beşdarbûna Tirkiyeyê di operesyona Mûsilê de red kir, lewma Tirkiye bi Barzanî re li hev kir ku di bin navê Pêşmergeyan de bên nasandin. Tevî ku ev kom xwedî têkiliyeke yekser bi Esîl El-Necîfî re ku destek da DAIŞ`ê û pê çete ketin Mûsilê.
Di 19`ê çileya 2016`an de, berdevkê eşîrên ereb yên parêzgehaa Neynewa Şêx Mizahim El-Hiwêt avabûna tugayeke pêşmergeyan ku di nav de eşîrên Neynewa hene, ragihand û da zanîn ku ew girêdayî Wezareta Pêşmergan e, ji 2 hezar leşkerî pêk tê û bi feremana Mesûd Barzanî hatiye avakirin.
MÎT`a Tirkan û Komên Tirkmen
Komek ji MÎT`a Tirkan li herêma Beşîqa ya Başûrê Kurdistanê bi cih dibe û jixwe MÎT xwedî roleke sereke bû di pîlankirina êrîşa li dijî Şengalê de.
Herçî komên Tirkmen ên ji Til Eferê ne, Tirkiye bi desteka PDK`ê û bi pereyan wan bi kar tîne. Ew jî li Beşîqa hatin perwerdekirin û hejmara wan qederê hezar kesî ye.
Pêşmergeyên Rojava
Komeke leşkerî ya ku sala 2012`an li ser daxwaza Mesûd Barzanî hat damezrandin jî Pêşmergeyên Rojava ye. Li ser destê MÎT`a Tirkan li kampan, li Başûrê Kurdistanê hatin perwerdekirin û navê wan kirin Pêşmergeyên Rojava. ENKS îdîa dike ku sîwana wan a siyasî ye, lê li rex wê, Wezareta Pêşmergeyan a Başûrê Kurdistanê jî dibêje, ew girêdayî me ne. Di 22`ê Mijdarê de, Ahmet Davutoğlu serdana kampeke wan kir û ji aliyê generalên Tirkî ve hat pêşwazîkirin.
Di destpêkê de bi hêviya parastina Rojava, hin ciwanên ku derbasî başûr dibûn, cihê xwe di nava vê hêzê de digirtin, lê bi derketina holî ya rastiyê re gelek ji wan veqetiyan. Lewma PDK`ê siyaseta birçîbûnê û bêkariyê li ser ciwanên Rojava yên li Başûr ferz kir, li beramberî wê jî mûçeyên pêşmergeyan zêde kir da ku bi vî awayî ciwana teşwîqî tevlîbûnê bike.
Baran Qamişlo ji bajarê Qamişlo ye, di 2011`an de bi armanca xebatê berê xwe dide Başûrê Kurdistanê û avakirina Pêşmergeyên Rojava dibihîse, lewma bi hêviya parastina welat dixwaze tevlî bibe. Bi demê re rastiya wan dibîne û ji ANHA`ê re dibêje, dema me dipirsî çima narin Rojava, digotin jixwe hin kes li wir şer dikin û piştre em ê serketinana bi nîvî parve bikin.
Bi vî awayî ku mirov çav li çekdarên êrîş Xanesora Şengalê kirî, bigerîne, mirov wê bibîne ku ev kom girêdayî Tirkiyeyê ne û ji aliyê wê ve hatine pewerdekirin û ne dûr e ku alternatîfa DAIŞ`ê bin.
Wekî din armanca bikaranîna navê Pêşmergeyên Rojava jî ew e ku fitne û fesadiyê di nava gelê Rojava de çêkin.
ANHA / NAVENDA NÛÇEYAN