Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier diyar kir ku di hilbijartina 24’ê Hezîranê de tifaqa di navbera Kurdan de çêbûye û ji bo Yekîtiya Neteweyî ya Kurd jî pêk were deriyek nû vebûye.
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Amedê Îmam Taşçier ku ji nû ve bû parlamenterê HDP’ê encama hilbijartinê û pêkhatina Yekîtiya Neteweyî ya Kurd nirxand. Taşçier da zanîn ku li gorî encamên hilbijartinê dengên AKP’ê kêm bûne û got: “Mirov dikare bêje ku AKP têk çûye. Di bin siya OHAL’ê de hilbijartin pêk anîn. Hevalên me yên xebata hilbijartinê birêve dibirin hatin binçavkirin û girtin. Di bin siya faşîzmê û qeyûmên li ser şaredariyan de em çûn hilbijartinê. Tevî ewqas hemû şertên zehmet xebata HDP’ê birêve bir bi hêz bû.”
Yekîtî hevgirtina gel e
Taşçier destnîşan kir ku her çiqas di navbera partiyên Kurd de tifaq pêk nehatibe jî di navbera Kurdan de tifaq pêk hatiye û wiha peyivî: “Ev yek jî xwe di encamên hilbijartinê de nîşan dide. Yekîtiya neteweyî bi partiyan re ne bi sînordar e. Yekîtî girêdayî hevgirtina gel e. Heke yekîtiya neteweyî ya Kurd pêk were, dê gavên ber bi azadiyê ve bên avêtin. Em bi hemû dînamîkên civakê re hatin gel hev û me xebat birêve bir. Ev 40 sal e siyaseta Kurd di navbera xwe de parçe bûye û nayê cem hev. Lê îro ji bo Yekîtiya Neteweyî ya Kurd pêk were, deriyên nû vebûn. Divê ji îro pê ve em gavên xûrt biavêjin.”
HDP wê bi vê erkê rabe
Taşçier diyar kir ku piştevaniya partiyên Kurd a ji bo HDP’ê di warê Yekîtiya Neteweyî ya Kurd de gavek pêşketî bû û HDP dê ji bo pêkanîna Yekîtiya Neteweyî ya Kurd wê xebatên bidomîne.
AMED