QASIM ENGÎN
Îro dewleta ku herî zêde dixwaze Sûrî were parçekirin, Tirkiye ye. Di nava dewleta Tirk de jî yên ku herî zêde dixwazin Sûriye were parçekirin; AKP û MHP ne. Bi gotineke din, bi feraseta Osmanî û Turaniyên nû, Erdogan û Bahçelî ne.
Em tenê li helwêsta Erdogan di civîna Tehranê de binihêrin, têrê dike ku em bibînin ka dewleta Tirk û rêveberiya wê çi dixwazin. Beriya ku em nihêrînên xwe şênbertir parve bikin jî, pêwîst e bê zanîn ku mijar ne Beşar Esed e. Her çendî, her carê navê Beşar Esed bê îfadekirin jî, di rastiyê de hedef belavkirina Sûrî ye. Ango bi dagirkirinê dest daniye ser parçeyekî Sûrî.
Em bala xwe bidinê, li Idlibê bi hezaran çete ango DAIŞ’iyên bi navê Heyet Tahrîr El-Şam (HTŞ) ango El Nusrayî hene. Ya rasttir ew e ku çendîn çete îro li Sûrî hebin, hemû bi destê dewleta Tirk li ser xeta Idlib, Cerablus, Efrîn, Bab hatine bicihkirin. Girsêya herî mezin jî bêguman li Idlibê ye.
Bê virde û wêde, heger armanc parçenekirina Sûriyê be, pêwîst e ku çeteyên li Idlibê bên tesfiyekirin. Heger tê xwestin ku Sûrî were parçekirin, hingê divê çeteyên li Idlibê bimînin, heta werin xurttirkirin.
Niha pirs ev e, gelo Sûriyeka yekbûyî yan yeka parçekirî tê xwestin? Hêzkirina çeteyên li Idlibê yan tesfiyekirina wan?
Yên ku Sûriyeka yekbûyî dixwazin, helwêsta xwe li hember çeteyên li Idlibê diyar e, ew jî ji Idlibê derxistina wan e. Lê helwêsta hêzên ku dixwazin Sûriye were parçekirin jî helwêsta wan li hemberî çeteyên HTŞ û yên nêzî wan jî diyar e, ew jî; parastina wan e.
Niha em pirsa xwe bi şêweyekî din bikin; kî dixwaze çeteyên li Idlibê bên tesfiyekirin? Kî dixwaze ku çeteyên li Idlibê bên parastin?
Wek me li jor jî anîbû ziman, bê vir de û wêde, dewleta ku dixwaze çete li Idlibê bên parastin, heta bêyî ku peywendiya xwe bi wan çeteyên heyî re veşêre bi navê wan çeteyan jî dikare îlankirineke agirbestê li Tehranê bixwaze. Ev jî Erdogan û dewleta Tirk bi xwe ne. Bêguman DYE û hinek dewletên Ewrûpayê jî di nav heman hewldanê de ne.
Dewleta Tirk bi serokomarê xwe yê Osmanî, dixwaze Sûriyê dagir bike. Ji bo wê jî her kêlî hewldana Erdogan ew e ku Sûrî parçe bike. Heta, wiha bike ku ti caran Sûrî nebe yek. Lê hinceta wî carinan Kurd in, carinan jî Esed e. Lê rastiyek heye, ew e jî, ew e ku di hemû cih û waran de Tirkiye û Erdogan dijmînê Sûrî ne.
Heger rastî ev e, û jixwe rastî ev e; wê demê pêwîstî pê heye ku Sûrî bi lez û bez helwêsta xwe li hember dewleta Tirk û serokomarê wê yê faşîst zelal bike. Bêguman ya ji vê girîngtîr jî ew e ku rejîma Sûrî pirr bi zû heta bêyî ku dereng bikeve, peywendiya xwe bi rêveberiya Federasyona Bakurê Sûrî re xurttir bike û li ser esasên prensîpên bingehîn deyne.