
Ji bo gelên civakên kevnare yên Mezopotamyayê Êzîdî û Sûryanî li xaka xwe vegerin, xebatên fîzîbîlîte tên meşandin. Di çarçoveya projeya Xweseriya Demokratîk de, ji bo Êzîdî û Sûryaniyên ji ber şer di saleên 1990'î de koçî Ewropayê kirin bi avakirina wargehên nûjen û komunal vegerin, xebat hatin destpêkirin. Atalan da xuyakirin ku ti astengî li pêşiya bicihhatina felsefeya Xweseriya Demokratîk a Tevgera Azadiyê ya Kurd nemaye û ji bo welatiyên Êzîdî û Sûryanî yên li dîaspora banga "netirsin" kir û got, "Herî dawî dixwazim bêjim ku vegera ji dîasporayê wê feydeyeke mezin li rêveberiyên me yên herêmî yên li herêmên Êzîdî lê dijîn, bike. Banga min ji Sûryanî û Êzîdiyan ev e; ne tirsin, êdî dema berê li dû me ma, kes nikare zerarê bide we. Ji ber vê yekê emê vegerê teqez pêk bînin. Ji ber ku felsefeya Xweseriya Demokratîk li vê erdnîgariyê êdî bicih tê."
FERHAT ARSLAN/ANF/ÊLIH