CEFER CEFO /XANDÎ ELO / ANHA/ ŞEHBA
Piştî êrişên Tirkiyê û çeteyên wê li ser Efrînê,bi hezaran şêniyên Efrînê li Şehbayê di nav malên wêrankirî, dikanên li rex rêyan û mizgeftan jiyana xwe dewam dikin. Şêniyan germa havînê di kampan û malên wêrankirî de tehemûl kirin, niha jî li dijî serma dijwar li berxwe didin. Xelkê Efrînê tevî sir û seqema zivistanê, lehî û lêmiştan jî berê wan li warê wane.
Em ê vegerin Efrîna xwe
Efrîniyê bi navê Henan Heftaro dibêje: “Piştî êrişên Tirkiyê û çeteyên wê em ji Efrînê derketin. Em li Şehbayê di nav kavilê wêrankirî de dijîn, jiyana rojane gelek zehmet e.Lê tevî hemû zahmetiyan jî em bi hêvîne ku emê rojekê vegerin Efrîna xwe.”
Di nav kavilan de dijîn
Şukrî Bekir jî got, “Dema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk em li Efrînê bi hev re weke xwişk û bira dijiyan.Dema Dewleta Tirk a dagirkera û çeteyên wê cîh û warê me digirkirin jiyana me hemû ser û bin bû.Em niha di şertên zehmet dijîn.Lê baweriya me ewe ku emê vegerin cîhê xwe û wê Efrîn bê rizgar kirin.”
Ebdo Elî jî got:”Balafir û tankan malên me wêran kirin û gelek şêniyên Efrînê birîndar an şehîd bûn, em tenê ji bo vegera li Efrînê di nav kavilan de dijîn.”
ANHA /ŞEHBA