Merasîma bîranînê di kesayeta Viyan Caf de ji bo tevayê giyanê şehîdên Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê destpêkir û piştre endama RJAK’ê Çîçek Harûnî axivî û diyar kir ku têkoşera azadiya gelê Kurd Viyan Caf (Leyla Xalid Husên) ji bo şermezarkirina komploya navnetewî 15’ê Sibatê kû Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji aliyê hêzên emperyalîst ve radestî dewleta dagirkera Kurdistanê Tirkiyê hatibû kirin agir berda bû canê xwe û jiyana xwe ji dest da û di berdewama axaftina xwe de wiha got; “Heval Viyan Caf di nameya xwe de diyar kiribû kû ‘heta Bakûrê Kurdistanê azad nebe tû parçeyên din yên Kurdistanê nikarin azad bibin’.” Herwiha Harûnî got Hevala Viyan bi vê çalakiya xwe ya fedayî û qehremaniyê komploya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan vale derxist û bû sembola vîna jina Kurd. Di bedewama axaftina xwe de diyar kir kû ewê heta dawiyê bîranîna Viyan Caf bidin jiyan kirin û bejna xwe di kesayeta Viyan Caf de li hember hemû şehîdên Kurdistanê ditewînin.

Piştî axaftina Harûnî nameya Viyan Caf ji aliyê Şemal Silêman ve ji beşdarvanan re hate xwendin û piştî wê li ser jiyana wê sînevîzyona kû hatî amadekirin hate pêşkeş kirin û piştre merasîma bîranînê siloganên ‘Şehîd Namirin’, ‘Bijî Serok Apo’ bidawî bû. 

DÎHA/RANYA





Li Rojava Viyan Soran hate bîranîn

Li bajarê rojavaya Kurdistanê Efrînê rêxistina Yekîtiya Star bi armanca bîranîna gerîlaya PKK'ê Viyan Soran û şermezar kirina tecrîda li ser Ocalan meşek li dar xist. Li Dêrkika Hemko jî rêxistina Yekîtiya Star bi armanca bîranîna Viyan Soran civînek çêkir.
Li gundê Basûtê ya navçeya Şera ya Efrînê rêxistina Yekîtiya Star bi armanca bîranîna gerîlaya PKK'ê Viyan Soran a ku ji bo şermezar kirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan di 2'ê sibata 2006 an agir berda bedena xwe û meşek lidarxist.
Piştî meşvan gihiştin beranberî Mala Gel merasîmek hate çêkirin. Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo cangoriyên azadiyê destpê kir, piştî nameya Viyan Soran ku li pey xwe hiştibû hate xwendin, endama kordenîsyona Yekîtiya Star Rûken Ehmed axivî.  Ehmed diyar kir ku Viyan Soran agirê azadiyê berdeya bedena xwe û bi agirê canê xwe azadî ronî kir û diyarî rêberê gelê Kurd Ocalan kiriye. Ehmed dazanîn ku Viyan Soran şervaneke ku bi pirsgirêka gelê xwe ve girêdayibû û plana li ser rêberê gelê Kurd Ocalan şermezar kiriye.
Di meşê de jinan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdela Ocalan û alên Kurdî hatin rakirin û dirûşmeyên ji bo Ocalan û Viyan Soran hatin avêtin.

Ji bo Viyan civîn

Li Dêrika Hemko jî rêxistina Yekîtiya Star civînek bi armanca bîranîna Viyan Soran (Leyla Walî Huseyîn) li darxist. Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir.
Piştre Endama kordînesyona yekîtiya Star Necbîr Azad axivî. Azad diyar kir ku Viyan Soran bi çalakiya xwe hezkirina xwe ji Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan daye nîşandin. Herwiha Azad li ser kesayeta Viyan Soran axivî û diyar kir ku Soran pir bi hêz bû û ji bo azadiya jinan pir li berxwe dida. Di dawiya civînê de nameya Viyan ku beriya xwe bişewitîne li dû xwe hiştibû, hate xwendin.
Cihê civînê bi wêneyên rêberê gelê Kurd Abdulah Ocalan û wêneyên jinên ku di tekoşîna azadiya gelê Kurd de jiyana xwe wendakiribûn, hatin xemilandin.

 ANF/EFRÎN-DÊRIK