Hanîfî Celeplî axaftina vekirinê ya ku zêdetirê 25 hunermendên kurd beşdar bibûn kir û destnîşan kir ku ligel erdheja Wanê, careke din rûyê nijadperest û cudakar ê desthilatiya siyasî aşkere bû. Ciwan Haco jî da diyarkirin ku divê gelê Kurd ji bo erdheja Wanê di nava yekitî û pitgiriyê de bin û stranên xwe yên dawiyê ji bo Wanê got.
Seroka Forûma Navnetweî Ann Margereth Livh diyar kir ku divê erdheja li Wanê û trajediyên ên li Kurdistanê neyên jibîrkirin û bi bîr xist ku desthilatiya AKP’ê li aliyekê xaka Kurdistanê bombebaran dike, li aliyê din jî di bin navê KCK’ê de rewşebîran digire.Livh, ragihand ku ew ê weke çavdêr beşdarî doza KCK’ê ya ku wê di 7’ê berfanbarê de li Amedê berdewam bike, bibe û bang li hemû parêzvanên mafê mirovan kir ku tevlî rûniştina dozê bibin.

Endama Komîteya Piştgiriya ji bo Wanê û Duwemîn Seroka Konseya Kurdan a li Swêdê Sevgî Gul ragihand ku wana milyoneke kron kom kiriiye û destnîşan kir ku armanca wan ew e ku bi têra ji nû ve avakirina gundekî alîkarî kom bikin.Najmaddin Xulami, Naser Rezazi, Pywend Jaf, Roj Kerim, Eyad Hesin, Sherzad Nanekeli, Armanj, Mezgin Mela, Ali Mehadin û Moshtaq jî di nav de nêzî 25 hunermendên kurd tevlî galayê bûn û ji bo Wanê stran strîn. Her wiha hunermendê suryanî Ninib A. Lahto jî tevlî galayê bû. 

ANF- STOCKHOLM