Komîteya Amadekar a Pêşbirga Şehîd Xerzan a Wêjeyî bi şahiyekê navên kesên di pêşbirgê de bi ser ketine ragihand û xelat dan.
Yekitiya Rewşenbîran bi hevkariya Desteya Ciwan û Werzîşê û Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk ya Kantona Efrînê (KPC-D) beriya bi demekê Pêşbirga Şehîd Gerzan a Wêjeyî (helbest, çîrok, dariştin û gotar de bi zimanên Kurdî û Erebî) ragihandibû. Di nava 60 kesên beşdarî pêşbirkê bûyî, niha yên serketî hatin eşkerekirin.
Li gorî Komîteya Amadekar berhemên beşdaran ji hêla du komîteyan ji endamên Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Efrînê ve hatin nirxandin. Komîteya Kurdî ji Rûken Hesen û Miheydîn Erslan û zimanê Erebî ji Osama Ehmed û Zozan Mihemed pêk hatin.
Li Kampa Serdemê
Yekitiya Rewşenbîran pêr êvarê ji bo eşkerekirina kesên di pêşbirkê de bi ser ketine şahiyek li kampa Serdemê ya kantona Şehbayê li dar xist. Bi dehan şênî û hezkiriyên warê çandî tev li şahiya bûn.
Şahî bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre sinevizyonek li ser pêşbirgê û amadekariyên wê hat nîşandan.
Di şahiyê de endama Yekîtiya Rewşenbîran Zozan Mihemed axivî û rola ciwanan di civakê de destnîşan kir û got, “Ciwanên pêşeroj û hêviya civakê, ji ber ku ciwan bi xwe şoreş e. Bi pênûsên xwe fikrên xwe derbirandin. Bi têkoşîna xwe soza rizgarkirina Efrînê didin.”
Xelat hatin dayîn
Di şahiyê de Hemûde Ebdo û Ûsama Ehmed helbest xwendin.
Di dawiya şahiyê de navên kesên ku di pêşbirgê de bi serketine hatin ragihandin û xelat hatin dayîn. Kesên ku di beşa helbesta de bi zimanê Kurd bi serketine ev in; Cemîl Xoce, Xelîl Musa û Cemîle Mihemed. Beşa kurteçîrok Lewend Hec Yûsif.
Bi zimanê Erebî beşa kurteçîrok Mîrzan Bekir û Loran Hesen. Beşê dariştin Mîdye Osman.
Li ser heman mijarê hevserokê Yekitiya Rewşenbîran ê Kantona Efrînê Osama Ehmed ji me re axivî û destnîşan kir ku armanca wan ji pêşbirkê teşwîqkirina ciwanan a di warê wêjeyê de ye. Ehmed pesna asta wêjeyî ya berhemên beşdaran da.
ANHA / ŞEHBA