Google, ji bo Wîkîpedîa bi lez bi gelek zimanan were tercûmekirin ku Kurmancî jî di nav de ye, 2 milyon Dolar alîkarî kir.

Wîkîpedîa ku ansîklopediya herî berfireh a li ser înternetê ye, heta niha bi 15 zimanan bi rengekî otomatîk wergerê dike. Metneke bi zimanekî din, di cih de ji bo zimanên cuda werdigerîne. Ev sîstem êdî bi gelek zimanan tê bikaranîn ku zaravayê Kurmancî yê Kurdî jî di nav wan de heye.

Hate ragihandin, tevî Kurmancî wê sîstema wergera bi lez û bez, bi zimanên Haûsa, Yorûba û Zûlû yên li Efrîkayê jî dest pê bike. Proje bi pêşengiya Însiyatîfa Zimanên Herêmî yên Navneteweyî bi navê "Growing Local Language Content (Naveroka mezin dibe ya zimanên cihî)" ve hate amadekirin û hate ragihandin ku Google jî piştgiriya wê dike.

Google, ji bo zimanên herêmî li nava înternetê hîn bi xurtî bên bikaranîn, alîkariya ji 2 milyon Dolarî da vê projeyê. Tê texmînkirin, zimanên herêmî yên behsa wan tê kirin, ji aliyê 100 milyon mirovî ve tên bikaranîn.

Li ser Wîkîpedîa ya bi Kurmancî ku sala 2004'an dest pê kir, heta niha zêdeyî 24 hezar metnan hene. Ji bilî Kurmancî metnên bi zaravayên Soranî, Kelhûrî û Kirmanckî jî di Wîkîpedîayê de tên peydekirin.

 

NAVENDA NÛÇEYAN