Dewleta Elman ku piştî hilbijartinên 24’ê Hezîranê yên li Tirkiyeyê hewl dide têkiliyên xwe yên bi rejîma Erdogan re xweş bike, zextên xwe yên li ser Kurdan zêde dike. Polîsên Elman ku pêr avêtin ser Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a li Bîelefeldê, li Hannoverê jî avêtin ser mala siyasetmedarê Kurd Abdullah Efe.
Efe li Hannoverê di xwepêşandanên Kurdan de navbeynkarî ji polîs û xwepêşandêran re dikir. Polîsan îdîa kir ku di dema navbeynkariyê de êrîşî polîsan kiriye û xwestin wî bi zorê bibin qereqolê. Efe li ser şîdeta polîsan ji ANF’ê re axivî û got, mîna ‘sûcdarekî edlî’ nêzî wî bûne.
Zor lê kirine
Efe diyar kir piştî ku li qereqolê rêçên tiliyên wî hatin girtin û wêneyê wî hate kişandin polîsan xwestine wî tazî bikin. Efe anî ziman ku ew li ber vê rabûye û got, “Berê jî polîsan xwestibû şopa tiliyên min û wêneyê min bikişînin, lê belê parêzerê min li dij derketibû. Ji ber ku parêzerê min li betlaneyê ye, polîsan xwest bi vê firsendê bi zorê vê bikin.”
Îdîayên polîsan pûç in
Efe bi bîr xist ku bi salan e ew rêveberê NCDK a Hannoverê ye û wiha got: “Ji ber vê wezîfeya min polîs min baş dinasin, lê tevî vê yekê jî xwestin min krîmînalîze bikin û bi zorê bibin qereqolê. Tevî ku biryara dadgehê bi wan re nebû jî bi gotina ‘wê şopa tiliyan bê girtin’ ev kirin. Piştre ez berdan.”
Siyasetmedarê Kurd Abdullah Efe da xuyakirin ku sûcdariyên lê tên kirin pûç in û tevî ku weke rêveberê komeleya Kurdan di xwepêşandanan de hewl daye bibe alîkar ji polîsan re, ew hatiye sûcdarkirin ku ‘di nav du salan de sê polîs birîndar kirine’.
Ji bo xatirê bazirganiyê
Siyasetmedarê Kurd dest nîşan kir ku azadiya fikir, mafê rêxistinbûnê û mafên mirovan ji aliyê dewleta Elman ve ji bo xatirê berjewendiyên bazirganiyê hatine binpêkirin.
Efe işaret bi zexta dewleta Elman a rojên dawî ya li sazî û siyasetmedarên Kurd kir û got, “Dewleta Elman vê yekê ji bo xatirê hevkariya xwe ya bi rejîma Erdogan re dike. Ev rewş ji bo dewleta Elman cihê şermê ye.”
HANNOVER