
NAV-DEM´ê û KCDK-E´yê têkildarî komkujiya dewleta Tirk a li Xerabê Bava daxuyanî dan û banga lidarxistina çalakiyan û daketina meydanan li dijî faşîzma dewleta Tirk kirin.
Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Elmanyayê (NAV-DEM) têkildarî zilma dewleta Tirk a li gundê Xerabê Bava yê Nisêbînê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat gotin, “Em weke NAV-DEM û YJK-E’yê polîtîkayên kavilkirin, şewitandin, komkujiyê ya dewleta Tirk a li Kurdistanê ku niha li gundê Xerabê Bava a Nisêbînê pêk tîne bi tundî şermezar dikin. Divê were zanîn ev û polîtîkayên bi vî rengî wê ti carî ji aliyê me ve neyên qebûlkirin. Ji bo ku komkujiyên nû çênebin di serî de gelê me em bang li tevahiya raya giştî ya demokratîk dikin ku bikevin nav hewldanan.”
NAV-DEM´ê di daxuyaniya xwe de bi bîr xist ku ev deh roj in agahî ji gundê dorlêgirtî nayên wergirtin û wiha dewam kir: “Em weke NAV-DEM û YJK-E’yê bang li hemû hêzên demokrasî, aştî, saziyên navneteweyî dikin ku têkildarî îdîayên li ser gundê Xerabê Bava lêkolînan bikin. Em bang dikin ku li dijî polîtîkayên komku û faşîst ên dewleta Tirk û AKP tevbigerin û zext li wan were kirin.
Em weke NAV-DEM û YJK-E’yê bang li hemû gelê xwe, rêveberên xwe dikin ku li cihê lê ne bi lezgînî çalakiyan bikin, em bang li şoreşger, demokrat, sosyalîst, hêzên pêşverû, komên bawerî yên Sunî, Elewî, Êzîdî, Asûrî, Suryanî, Ermenî û hemû komên bawerî û nasnameyan dikin ku li dijî faşîzma AKP’ê dengê xwe derxînin û dakevin meydanan.”
Dinya xwe kerr dike
Kongreya Civaka Kurd a Demokratîk a Ewrûpayê (KCDK-E) jî bi daxuyaniyeke nivîskî got; “Dewleta Tirk a mêtinger û qirker ku ji bilî zilm û zextê tiştekî din şayanî Kurdan nabîne, bi vê komkujiya Xerabê Bava bi awayekî eşkere diyar dike ku ew komkujiyên li Cizîrê, Sûrê û hwd. dixwaze dewam bike. Dinya û Ewrûpa xwe li vê komkujî, zilm û qîreqîra li ber çavan kerr dike. Bi bêdengmayina ji rejîma Tirk a faşîst re, bi bêhelwestbûnê van komkujiyan dipejirînin.
Em weke KCDK-E’yê bang li gelê xwe, demokrat, şoreşger û her kesî dikin ku ji mirovahiyê para xwe girtiye, ku ji bo rejîma yek zilamî em destûrê nedin komkujiya Kurdan û fedakirina Kurdan. Ji bo ku em li xaka xwe, gelê xwe, vîn û rêbertiya xwe xwedî derkevin û ji bo ku em dorpêç, komkujiya li Xirabê Bava şermezar bikin, em dakevin kolanan. Em hemû derfet û amûrên demokratîk bi kar bînin û demildest dengê xwe derxînin.”
NAVENDA NÛÇEYAN