
BILAL GULDEM / MA / AMED
Li Bakurê Kurdistanê ev çend salên dawî li bajarê û navçeyên cuda bi rêya komên xwendinê xwendina Kurdî geş dibe. Li Amedê jî Koma Helbestê ya Amedê li wan zêde bû û armanca komê ev e ku li ser helbestên Kurdî hûr bibin û bixebitin.
Koma Helbestê ya Amedê ji alî nivîskar, helbestvan û xwînerên Kurdî ve hat avakirin. Kom wê 15 rojan carek li ser li gel hev bicivin û li ser helbest û helbestkarên Kurdî minaqaşeyên edebî bikin.
Şewra ewil li dar ket
Komê şewre xwe ya ewil berî çend rojan da da destpêkirin. Di şewrê de beşdaran der heqa danasîna komê, rê, rêbaz û plansaziyê û xebatên siberojê de axivîn. Nivîskarên wek Hesîb Yanliç, Rodî Zinar, Azad Zal, Roza Metîna ku di nav de hene, gelek helbestvan û nivîskarên din gelek kesên bi helbest û wêjeya Kurdî re eleqedar dibin beşdarî komê bûn. Komê bi helbesta klasîk ango bi danasîna jiyana helbestvanê mezin Baba Tahirê Uryan (Hemedanî) dest bi xebata xwe kir.
Li gel koma xwendinê ya romana Kurdî
Nivîskar Hesîb Yanliç ku moderatoriya komê dike der barê armanc û sazkirina komê de axivî û agahiyan parve kir. Yanliç destnîşan kir ku ji bo li ser helbestên klasîk û modern ên Kurdî bên axaftin heta niha gelek daxwaz hebû lê kes nedihat gel hev û got: “Vê înisiyatîfê û barî me girt ser xwe. Pêdiviya Amedê û kesên bi helbestê re eleqedar dibin bi komek wiha hebû. Ev qonaxa destpêkê ye. Beriya vê koma helbestê jî me salek berê koma xwendinê ya romana Kurdî ava kiribû û ev xebata me didome.”
Bi Baba Tahirê Uryan dest pê kir
Her wiha Yanliç îşaret bi nebûna atolye û cihên li ser wêje û helbesta Kurdî re tekîldar kir û wiha peyivî:“Em ê bi avakirina vê komê re li ser helbesta Kurdî şevbuhêrkê bikin û her wiha em ê helbestvanên Kurd nas bikin. Bi taybetî em ê li ser helbestên wan rawestin û bixwînin. Jiyan û xebata helbestvan dê bên nirxandin. Me xwest em ewil em bi helbesta Kurdî yên Baba Tahirê Uryan dest bi xebatên komê bikin.”
Ji klasîk ber bi nûjeniyê ve
Yanliç da zanîn ku wan ji helbesta Kurdî ya klasik dest bi xebata xwe kirine û piştî helbestên klasîk dê derbasî nasîna helbestvan û helbestên nûjen bibin.
Komê ku ewil bi danasîna helbestvan Baba Tahirê Uryan dest bi xebata xwe kir, hin endamên komê der barê jiyana Uryan de nêrînên xwe vegotin û çarînan ji helbestên wî xwendin.