Gelê Şengalê bi navê Partiya Azadî û Demokratîk ya Êzîdiyan (PADÊ) ji bo xweseriyê  gava yekem avêt. PADÊ beriya çend mehan serlêdan kirîbû ku ew ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve bi fermî were qebûlkirin. Hikûmeta Iraqê jî 19'ê Nîsana 2017'an bi hejmara 40'an serlêdan qebûl kir.

Partiya Azadî û Demokratîk ya Êzîdiyan (PADÊ) têkildarî serlêdana xwe ya li Hikûmeta Iraqê kirî  daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê Endamê PADÊ Hecî Hesen ve hat xwe din û daxuyanî wiha dewam kir; "Heya niha nûnerek siyasî ji gelê Êzîdî bi xwe nebû. Di sedsala 21'an de  her çiqas her netew xwedî mafe, lê belê gelê Êzîdî di van demande bi bê mafiyek pir mezin re rû bi rû tê. Rexmê ku ola Êzdîtî rastî gelek êrîşan hatine jî lê gelê Êzîdî heya roja îro li hemberî hemû êrîşan ola xwe û çanda xwer parastine. Ev parastina ol û çandê ji me gelê Êzîdî re bi serê xwe serkeftinek mezin e."

Di daxuyaniyê de bal kişand li ser pêvajoya piştî hilweşandina rejîma Sedema Huseyîn  û wiha dewam kir: "Piştî sala 2003'an sîstem hat guhertin. Lê belê ji ber desthilatdariya hinek partiyên siyasî yên li herêmê di rewş û jiyana civaka Êzîdî de tu guhertin pêknehatin. Di hilbijartinan de, partiyên siyasî dest danî li ser dengên gelê Êzîdî. Heya ku van partiyên siyasî  gelek caran hêza xwe û tirs bikardanîn. Gelê Êzîdî hate wê rewşê ku tenê nûnerek wan di parlamentoya Iraqê de hebe. Ew jî bi pergala kota."

Di daxuyaniyê de wiha jî hat gotin: "Jenosîda ku vê dawiyê li ser gelê Êzîdî piştî vekişîna hêzên pêşmerge ya ji Şengalê bi destê terorîstên DAIŞ'ê pêk hatî, piştî vekişandina hêzên peşmerge û digotin em parastina gelê Êzîdî û xaka Şengalê dikin. Bê ku berxwedaniyek bikin li hember çeteyên DAIŞ'ê nîşa bidin vekişiyan. Di 3' Tebaxa 2014'an de êrîşê gelê Êzîdî kirin û bi hezaran  keç û jinên Êzîdî hatin qetilkirin, revadin û koçberî welatên derdor kirin. Bajarê Şengalê wêran kirin û bi deh hezaran gelê Êzîdî koçberî dewletên cihanê bûn. Gelê Êzîdî bi hatina fermanê re belavî welatên derdor bûn û heya roja îro jî bi sed hezaran gelê me li Başûrê, rojavayê Kurdistan û Tirkiyê di bin çadiran de jiyan dikin.”

 Daxuyanî wiha dewam dike: “Yek ji sedema bingehîn, ji ber ku rêxistinek heqîqî û rêveberiyek  xurt nebû ku civaka Êzîdî di rêyek rast de komî ser hev bike,  bi rêvebibe ku di wextê wê de biryarê xwe bigrin. Partiya Azadî Demokrasiya Êzîdiyan(PADÊ) di dîroka 25’ê Hezîrana 2016'an de li bajarokê Xanesorê yê girêdayî navçeya Şîmal(Sinunê) bajarê Şengalê hat avakirin. Em bi keyfexweşiyekê mezin li vir ji civaka xwe ya Êzîdî re radigihînin ku ji aliyê dewleta Iraqê ve fermiyeta partiya me hatiye qebûl kirin. Di 19’ê Nîsanê de li gorî hejmara 40’an hatiye qebûlkirin. Li vir em carek din soza xwe ji gelê Êzîdî re dubare dikin, bi hemû derfetên xwe em li doza Êzdîtiyê xwedî derkevin û  bibin daxwazvanên pêşerojek ronî ji bo civaka Êzîdî."

 

Bi 11 xalan daxwazên civaka Êzîdî


Daxwazên PADÊ di daxuyaniya xwe de bal kişande ser van xalan:

*  Em daxwaz dikin ku desthilatdarî bi awayek aşitî li ser esasê demokrasiyê û bi hilbijartinên bi maf bê kirin. Em jî tevlî dengdanan bibin,  bi vîn û nûnertiya gelê Êzîdî.

*   Rêzgirtina me ji bo zagonên destûra Iraqî, ku mafê her gelî tê deye heye.

*  Hikûmeta Iraqê ya federal jî divê ji zagonên Iraqê dernekeve, ew zagonên taybet yên ku ji bo mafên kêmnetewan û olan xwe bi xwe rêve bibin, di bin pergala federal de.

*  Gelê ku ji me re alîgir be em wan vedixwînin meşa aştiyê. Heya ku em bikaribin emê êşên welatiyên xwe li ser esasê qanûn û  biryarên heyî bigihînin hikûmetê.

*  Danasîna civakên herêmî û navnetewî bi dîrok û çand Êzdayetiyê.

*   Piştrastkirina mafê jinê ku bi vîna xwe ya azad karibe xwe îfade bike û cihê xwe tê de bigre.

*  Fermana ku di 3'êTebaxa 2014'an de li ser gelê Êzîdî pêkhatî, weke jenosîd bê naskirin.

* Parastina çand û dîroka Êzîdiyan li Herêma Kurdistanê, Iraq û her cihê ku tê de hebin.

*  Karkirin li ser esasê yekîtiyek ya Êzîdiyan li Iraq û cîhanê. Daxwazkirina mafê wan yên siyasî, çandî, civakî, aborî û olî ku li her cihê ku tê de hebin,li ser esasê destûrên wan dewletan.

* Daxwazkirina mafê Êzîdiyan yê bi salan hatine binpêkirin, ji destpêka avabûna dewleta Iraqê, mîna gelek erd, zevî û malên gelê Êzîdî hatine destserkirin.

* Hewildana rizgarkirina dîlên  di destê çetên DAIŞ'ê de. 


 ŞENGAL