'Kujer Erdogan'

Li Dusseldorfê, li ser banga Navenda Ciavka Demokratîk a Kurd (NCDK) û TJK-E, Kurdistaniyan êrîşên dewleta Tirk protesto kirin. Di çalakiyê de bi pankarteke mezin, wêneyên komkujiyên dewleta Tirkli dijî gelê Kurd, hatin nîşandan. Girse li ber Konsolosxaneya Tirk a li Dusseldorfê civiya û dirûşmên "Kujer Erdogan", "Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan" gotin.


'Çalakiyên demokratîk pêk bînin'

Li ser banga NAV-DEM, KCD-E û Civata Mizgefta Seîdî Kurdî ya li Bremenê, Kurdistaniyên li Bremen û derdora wê dijîn li ber Parlamenta Eyaletê civiyan. Piştî daxuyaniya li vê derê, li ser komkujiyan agahî ji Elmanan re hat dayîn û ji wan hat xwestin ku bêdeng nemînin. Çalakgeran bang li jin û ciwanên li Ewropayê kir ku xwedî li xwerêveberiyên li Kurdistanê derkevin û gotin, "Em bang li gelê xwe dikin, ku li dijî komkujiyên li Kurdistanê bi hişyarî tevbigere û çalakiyên demokratîk pêk bîne."


Banga têkoşîna topyekûn

Li bajarê Hamburgê, bi pêşengiya TJK-E Kurdistanî û Tirkiyeyiyan li ber Serkonsolosxaneya Tirkiyeyê mîtîng hat lidarxistin û hovîtiya dewleta Tirk li Kurdistanê şermezar kirin. Bi sedan kes li ber konsolosxaneyê kom bûn, sloganên "Kujer Erdogan" gotin û berxwedana xweseriya demokratîk a li Sûr û navçeyên din ên Kurdistanê silav kirin. Di axaftinên li mîtîngê de li dijî rejîma AKP'ê ya faşîst banga têkoşîna topyekûn hat kirin. Di dawiya çalakiyê de hat bibîrxisitn ku wê êvara Sêşemê saet di 18:30 de li Zanîngeha Hamburgê bi beşdariya Hevserokê DBP'ê Kamûran Yuksek civîna gel were lidarxistin û banga tevlîbûnê hat kirin.


'Neçin Tirkiyeyê'

Li Meydana navdar a bajarê Kolnê Domê, Kurdistanî û dostên wan pêr êvarî civiyan û ji bo şermezarkirina komkujiyên dewleta Tirk li hemberî gelê Kurd, mîtîngek li dar xistin. Elmanan elaqeyeke mezin nîşanî çalakiyê da. Çalakgeran hikûmeta Merkel bi tundî rexne kir û bang li gelê Elman kir ku neçin Tirkiyeyê û tûrîzma wê boykot bikin. Kurdistaniyan doh êvarê jî li ber kosolosxaneya Tirk a li Hurthê mîtîngek li dar xist. Rojên Çarşem (îro), Pêncşem û Înê jî li Meydana Domê saet di navbera 15:00-20:00 de Kurdistanî û dostên wan li dijî êrîşên dewleta Tirk kob vedidin.

Li bajarê Hagenê li ser banga TJK-E û KCD-E, bi armanca şermezarkirina komkujiya AKP li Sûrê û bajarên din ên Kurdistanê, meşeke protestoyî hat lidarxistin. Kurdistaniyên li kolana Stasyonê civiyan, bi gotina dirûşmên "Gelê Sûrê ne bi tenê ye" meşiyan. Di axaftinan de banga xwedîderketina li xwerêveberiyên li Kurdistanê û xurtkirina çalakiyan hat kirin.

Kurdistaniyên li bajarên Essen û Dortmûndê jî bi heman armancê pêr û doh li ber Konsolosxaneya Tirk a Essenê çalakiya rûniştinê pêk anî. Di çalakiyê de dirûşmên "Dewleta Kujer", "Kujer Erdogan" hatin gotin. 


Ji bo Kurdistanê her roj çalakî

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Saabruckenê heta dawiya hefteyê her roj çalakiyan li dar dixe. Li ber Europa Galerî, Kurdistanî wê di navbera saet 12:00-20:00 de kon vedin. Her wiha her roj saet di 18:00 de wê çalakiyên girseyî bên lidarxistin. Komîteya Amadekar ji bo meşa navendî ya roja Şemiyê banga beşdariyê kir. 


 NAVENDA NÛÇEYAN