Şandeya KNK’ê ji bo guftugokirina êriş, metirsiyên li ser Kurdistanê û pêkanîna kongreya neteweyî li Başûr danûstendinên xwe didomîne.
Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Çepgir a Kurd li Sûriyê Kemîran Ismaîl girîngiya pêvajoyê ji bo yekîtiyê destnîşan kir û bang li partiyan kir.
Hevdîtinên şandeya Kongreya Netewweyî ya Kurdistanê (KNK) yên ji bo pêkanîna yekîtiya netewî û lidarxistina kongreya netewî, li Başûrê Kurdistanê dewam dikin. Di vê çarçoveyê de şandeya KNK’ê serdana sekreterê Hizba Sosyalîsta Demokratîk ya Kurdistanê Mihemedî Hacî Mehmud kir.
D şandeya KNK’ê de hevserokê KNK’ê Ehmed Qeremus û endamên KNK’ê Mihemed Emîn Pênciwênî, Şehla Hefîd, Ekrem Kemal û Ferhad Doskî amade bûn.
Civîna KNK’ê bi armanca guftugokirina êriş û metirsiyên li ser Kurdistanê hate kirin. Herwiha di vê demê de giringiya kongreya neteweyî yek ji mijarên sereke yên civînê bû.
Di 2 rojên borî de şandeya KNK’ê li bajarê Silêmaniyê bi heman armancê li gel cîgirê yekem yê YNK’ê Kosret Resul, rêberê giştî yê Goran Umerî Seyîd Elî, berpirsê desteya rêveber ya Mekteb Siyasî Mele Bextiyar û berpirsa navenda derve ya YNK’ê Şanaz Îbrahîm û Tevgera Azadî re civiyan.
Tê payîn şandeya KNK’ê îro bi Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistan, Komeleya Îslamî ya Kurdistan û Hizba Zehmetkêşana Kurdistanê re, li bajarê Hewlêrê bicive.
Divê her kes pêvajoyê bibîne
Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Çepgir a Kurd li Sûriyê Kemîran Ismaîl got di pêvejoya heyî de ji partiyên kurd tê xwestin ku bi lez çareseriyan bibînin, yekitiya kurdî ava bikin û li dora însiyatîfa kongreya neteweyî ya kurdistanê KNK`ê kom bibin.
Kenco, girîngia yekîtiyê destnîşan kir û got, pêvajoya ku niha gelê kurd tê re derbas dibe pêwîst dike ku partiyên kurd li gorî berjewendiyên gelê kurd tev bigerin û ne li gorî berjewendiyên partiyetîtiyê. Kenco diyar kir ku divê partiyên kurd bikevin ferqa vê pêvajoyê û tevahiya nakokiyên xwe yên siyasî çareser bikin.
Ev derfeteke dîrokî ye
Her wiha Kenco bang li tevahiya partiyên Kurd kir ku bi lez diyaloga kurdî-kurdî li dar bixin û wiha domand: “Ji bo gelê Kurd ev derfeteke dîrokî ye. Divê welatparêz hemû bikevin ferqa vê pêvajoya çaranûsî ya ku em tê re derbas dibin. Gelê Kurd û civaka navdewletî niha banga yekrêziya refa Kurd dikin. Ji bo ku bigihêjin çareseriyekê azara gelê me bi dawî dike. Lewra diyalog bi lez pêwîst dike ji bo ku yekitiya Kurd ava bibe. Divê hebû li dora insiyatîfên neteweyî kom bibin. Her wiha divê tevahiya aliyan tawîzan bidin ji bo ku bighêjin çareseriyekê ku gelê kurd pê razî dibe, ne ku dikeve xizmeta ajandeyên partiyetî yên teng.”
NAVENDA NÛÇEYAN