
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, roja 9'ê Tebaxê heyetek ji endamê Polîtburo ya PDK'ê Kemal Kerkûkî û nûnerê YNK'ê Sedî Ehmed Pîre çû Qendîlê û bi Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik re hevdîtin pêk aniye.
Di hevdîtinê de endamên Konseya Rêveber a KCK'ê Ronahî Serhat û Zekî Şengalî jî amade bûn.
Hat ragihandin di hevdîtinê de mijarên Kongreya Netewî ya Kurdistanê ku amadekariyên wê li Hewlêrê dewam dike, pêvajoyoa çareseriya demokratîk a ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin û rewşa li Rojavayê Kurdistanê hatine nirxandin.
‘Kongre rêya çareseriyê ye’
Siyasetmedarên Kurd ên Qamişlo hêvî û nêrînên xwe yên derbarêKongreya Neteweyî ya Kurd ku tê payîn di meha Tebaxê de li Hewlêrê bê lidarxistin anîn ziman. Siyasetmedaran dan zanîn ku di encama Konferansê de dê gelek pirsgirêkên gelê Kurd çareser bibin.
Endamê Komîteya Têkiliyan a Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê Umran El Seyîd da zanîn kuKongreya Neteweyî ya Kurd xewna hemû Kurdan bû û wiha got: ‘‘Hêviyên mezin ên gelê Kurd ji vê konferansê hene, Kongreya Neteweyî wê dengê gelê Kurd bigihîne hemû hêzên nevneteweyî û dê bibe hêza gelê Kurd a siyasî.’’
Endamê Meclîsa Giştî ya Partiya Lîberal a Kurdistanê li Sûriyeyê Kamuran Hisên jî, diyar kir ku gelê Kurd ji zû ve hêvî dikir kuKongreya Neteweyî ya Kurd bê lidarxistin. Hisên, destnîşan kir ku di nava van guhertinên dîrokî ku li herêmê pêk tên de pêwîstiya gelê Kurd bi Kongreya Neteweyî zêde bûye.
Cîgirê Sekreterê Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê (Yekîtî) Mistefa Meşayîx jî da zanîn ku gelê Kurd hêviyên xwe bi Kongreya Neteweyî ve girêdaye. Meşayîx, destnîşan kir ku lidarxistina Kongreya Neteweyî dê gelek pirsgirêkên gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê çareser bike. Meşayîx, bi bîr xist ku Kongreya Neteweyî dê bibe gava yekem ji bo rêya çareserkirina hemû pirsgirêkên gelê Kurd û wê bibe lêvegera Kurdî di qadên navneteweyî de. Meşayîx, diyar kir ku ew ê ji bo serketinaKongreya Neteweyî ya Kurd çi bikeve ser milê wan bikin.
Divê ji bo Rojava helwest bê nîşandan
Siyasetmedar û huqûqnasên Kurd ên bajarê Dirbêsiyê diyar kirin kuKongreya Neteweyî ya Kurd gavek girîng e di dîroka gelê Kurd de û ji Komîteya Amadekar a Konferansê daxwaz kirin ku helwesta xwe derbarê êrîşên li dijî Rojava û girtina Deriyê Sînor ê Sêmalka ji aliyê rayedarên Başûrê Kurdistanê ve helwesta xwe nîşan bidin.
Endamê Dîwana Edaletê ya Rojavayê Kurdistanê Xalid Îbrahîm diyar kir ku damezirandina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê di vê dema hessas de gaveke dîrokî ye ji bo hemû gelê Kurdistanê. Îbrahîm, bang li Komîteya Amadekar a Konferansê kir da ku derbarê êrîşên li dijî Rojava û girtina Deriyê Sînor ê Sêmalka ji aliyê rayedarên Başûrê Kurdistanê ve helwesta xwe nîşan bidin.
Serokê Meclîsa Gel a Dirbêsiyê Nûman Erebo jî, da zanîn kuKongreya Neteweyî ya Kurd di vê demê de pir girîng e û destnîşan kir dê bandora Konferansê ya erênî li ser Şoreşa Rojava hebe. Erebo helwesta hukûmeta Başûrê Kurdistanê ya derbarê girtina Deriyê Sêmalka de şermezar kir.
Endamê Meclîsa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Silêman Fendî jî, bal kişand ser girîngiya Konferansê û destnîşan kir ku lidarxistina Kongreya Neteweyî gaveke erênî di berjewendiyên neteweyî yê gelê Kurdistanê de ye.
HEWLÊR/QAMIŞLO