Li bajarê Başûrê Kurdistanê Silêmaniyê, bi rasthatina wefata Yilmaz Guney, forûma filman hate lidarxistin.
Forum li Talary Hunerê saet 18.30’an dest pê kir. Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî, gelek endamên komîteya navendî ya YNK’ê, Wezîrê Çandê yê hikûmeta Herêmî, Xalid Dostkî û gelek lîstikvan û derhêner beşdar bûn.
Qubad Talabanî di forûma filman a li Silêmaniyê de axivî û êrişên Îranê yên li dijî PDK-Î û HDK’ê û bidarvekirina sê ciwanên Kurd şermezar kir.
Piştî axaftinan, ji bo kesên ku keda wan li ser sînema û belgefilma Kurdistanê heye, xelatên xizmetê hatin dayîn.
Piştî merasîma xelatdayînê, filmê Huseyîn Tabak ê li ser Yilmaz Guney hate nîşandan. Forûm wê heta 15’ê Îlonê bidome û her roj du filmên Kurdan bên nîşandan. n
ANF/SILÊMANÎ