Komeleya Navenda Lêkolîna Ciwanan a Mezopotamya (MEGAMDER), ji bo ku xizmeta tenduristiyê bidin hemû welatiyan û zanebûnê di nava hemû qad û beşên civakê de pêş bixin di nava hewldan û xebatê dene.

Endamên MEGAMDER'ê ku bi heman armancê projeya "Gundiyê zane û bi sihet" pêşkêşî Yekîtiya Ewropayê kir, projeya wan hat qebûlkirin. Piştî projeya ciwanan hat qebûlkirin, dest bi xizmetê kirin. Ciwanan di çarçoveya projeyê de li gundên Murattaş û Melepolat yên Çinarê dest bi xebatê kirin, hewl didin ku welatiyan zane bikin û xizmeta tenduristiyê bidin wan. Xwendekarên Zanîngeha Dicleyê û endamên MEGAMDER'ê Mazlum Ozer, dişar kir ku wekî komeleyê bi boneya piştgiriyê bidin welatiyan projeyek bi vî rengî amadekirin.

Proje ji aliyê YE ve hate qebûlkirin

Ozer, da zanîn ku projeya wan ji aliyê Yekîtiya Ewropayê (YE) ve hat qebûlkirin dest bi xebatê kirin. Ozer, anî ziman ku dixwazin gundyan der barê mafê xwe yê tenduristiyê û pirsgirêkên tenduristiyê de zane û hişyar bikin û xizmeta tenduritiyê bidin welatiyan. Ozer, destnîşan kir ku li herêmê sewalkarî zêde ye. Ji ber vê yekê nexweşî jî zêde dibe. Divê li hemberî van nexweşiyan parastinek hebe. Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê û edamên Komeleyê bi hevre ev bername amade kirin. Xwendekarên çandiniyê, bêytartiyê, tenduristiyê tev li hev kom bûn û ev proje amadekirin. Me çû li gundan ziyaret pêk anîn. Der barê çandinî û sewalkariyê de agahî da. Dîsa rêbaza pirêzan hat vegotin. Bêtaran kontrola sewalan kir. Xwendekarên tenduristiyê jî li ser nexweşiyên heyî agahî dan. Her xwendekaran di qada xwe de agahî da. 40 xwendekar tev li vê xebatê dibin. Em bi Kurdî pêşkêşiyê dikin.
MEGAMDER li aliyekî xizmeta tenduritiyê dide, dîsa li aliyê din xizmeta çand, spor didin. Dîsa di qada zimanê Kurdî, muzîk, şano, tenîs, kişik, zimanê îngîlîzî û sporê de bernameyan çêdike û kursan dide. 

DÎHA/AMED