Nîhat Tekîn dibêje ku bi qasî 13 salan ew di bin pergaleke dagirkeriyê de jiyane, dema ku hatin wargehê jî vê carê dîtiye ku ew çiqasî ji çand, ziman û kêvneşopiyên xwe dûr ketine. Di esasê xwe de jiyana Tekîn yek ji minakên penaberî, berxwedan, ji kêmderfetan avakirina derfetan e. Tekîn ê ku li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî mamostetiya îngilizî dike li aliyekî behsa bêderfetiyan dike li aliyê din jî derfetên ku ew bi xwe afirandine vedibêje.
Li wargeha ku heta çend meh berê jî di bin gefa çeteyên DAIŞ'ê de bû, jiyan ber bi asayîbûnê ve diçe. Her çend niha dibistan ketibin betlaneyê jî mamoste Nîhat Tekîn û hempîşeyên wî ji bo serdema nû ya xwendinê amadekariyên xwe didomînin. Mamoste Tekîn anî ziman ku her çend wargeh bi din çavdêriya Neteweyên Yekbûyî be de jî di warê perwerdeyê de tu alîkariyeke di serî de NY'ê tu derdoreke din nedîtine hemû materyal û amûrên perwerdeyê bi derfetên xwe amade dikin.
Tekîn ê ku heta niha 7 berhemên ku di dersên xwe de jî bi kar tîne amade kiriye, niha jî li ser çapkirina ferhengeke Kurdî-Îngilîzî dixebite. Tekîn der barê vê xebatê de ev agahî bi me re parve kirin: "Ji ber ku di destên me de materyaleke bi vî rengî tune bû. Hem mamoste hem jî xwendevanên me ji bo hînbûna îngilzî mecbûr diman ku ferhengên tirkî-Îngilîzî bi kar bînin. Ev yek jî di warê fêrkirina ziman de zehmetiyan derdixist holê. Xwendekar pêşî li tirkî -Îngilîzî dinêhêrt dûre bi Kurdî-îngilzî di serê xwe de çêdikir. Hasilî pêvajoyeke tevlihev bû. Ji bo hînbûnê jî fêda xwe tune bû. Min di sala 2012'an de dest bi amadekariya ferhengeke bi vî rengî kir. Di nava 3 mehan de jî min ev xebat bi dawî kir."
Tekîn da zanîn ku ferhenga ku amade kiriye ji bilî hin kêmasiyên xwe ji bo çapkirinê amade ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Divê ku ev xebat di esasê xwe de bi rêya komîsyonên berfireh de bên kirin. Lê sed mixabin derfeteke me ya bi vî rengî jî niha tune ye. Ji ber vê em hewl didin ku bi serê xwe hin xebatan bikin. Ev ferheng jî dê ji bo hînkirina Îngilîzî ji bo xwendevanan gelekî sûdewar be. Min dil heye di demeke nêz de çap bikim û di serdema nû ya xwendinê de ango bi vebûna dibistanan re wekî materyaleke sereke pêşkêşî xwendekarên xwe bikim."
MEXMÛR