
Pirtûka şoreşgerê Îtalî Karîm Franceschî ji aliyê Weşanên Ceylan ve bi navê “Heval Marcello” ji Îtalyanî bo Tirkî hat wegerandin.
Franceschî di pirtûkê de qala tecrûbeyên xwe yên li şerê Kobanê dike û çîroka, veguherîna “Wûldtalîanî” ber bi “Heval Marcello” vedibêje.
Rojava dibe hêvî
Karîm Franceschî di dema parastina Kobanê de, di çarçoveya kampanya piştgiriyê ya bi navê “Rojava Callîng” a li Îtalyayê hat destpêkirin, hat Pirsûsê. Dema ku vegeriya welatê xwe, biryar da ku hê bibe piştgir û vê carê ji bo şer bike berê xwe dide Rojava.
Di 9’ê Çileya 2015’an de dikeve ser rê. Sedema birêketina xwe wiha dinivîsîne: “Em vê yekê zelal bikin: Ez ne dîn im û dixwazim hinek şekiran bibim ji zarokên li Kobanê re.”
Ya ku berê Franceschî dide eniya şoreşê ku li dijî DAIŞ’ê şer bike, model û hêviya rizgariyê ye ku Şoreşa Rojava pêşkêşî gelên cîhanê dike. Dema digihêje Kobanê ji xwe re li navekî digere û navê ‘Marcello’ yê ku bavê wî dixwest, hildibijêre. Bi vî rengî dibe ‘Heval Marcello’.
‘Heval’ tesîr dike
Ew li ser gotina heval hestên xwe wiha vedibêje: “Heval kesê ku xwedî heman çarenûsa te ye û xwe di nava te de dibîne. Heval, sedemeke baş e ku di oxira wê de mirov şer bikin. Ez serbilind im ku kesek bi vê gotinê bang li min bike.”
Karîm Franceschî, mîna ku plan kiriye 3 mehan di parastina Kobanê de cih digire û di 9’ê Nîsana 2015’an de vedigere Îtalyayê. Biryarê dide bûyerên dîtiye bike pirtûk û ev yek ji Fabîo Tonaccî yê li rojnameya Repûbblîca dixebite, vedibêje. Bi piştgiriya Tonaccî, pirtûka bi navê “Çîroka şervanê Îtalyayî yê Kobanê li dijî DAIŞ‘ê parast” derdikeve holê.
Ev pirtûka Franceschîli Îtalyayê gelekî balê dikişîne. Beşdarî bi dehan panel, konferans, bernameyên radyo-tv dibe û qala Parastina Kobanê û Şoreşa Rojava dike. Lê belê çîroka “Heval Marcello” li cihê dest pê dike vedigere.
STENBOL