Herî dawî 17 zarokên Kurd li Mêrsînê dest bi greva birçîbûnê kirin. Ji bo zarokên girtî kampanyaya îmzeyan li ser înternetê hat destpêkirin û dê îmze ji Wezareta Dadê ya Tirk re bê şandin.
Di kampanyaya îmzeyan a bi navê “Ji bo Serbestberdana hemû Zarokên Kurd ên di Girtîgehên Tirkiyeyê de” hatiye destpêkirin de, nûçeya ANF’ê ya bi sernûçeya “Ji bo 17 zarokan dad tune, înfaz heye” ya ku di 25’ê çile de hatiye weşandin esas hatiye girtin.
Di nûçeya ANF’ê de, tê gotin ku her çendî çar meh bi ser girtina 17 zarokên Kurd li Mêrsînê re derbas bû jî, lê heta niha nehatine darizandin. Her wiha dayîka zaroka bi navê Jiyan Orhan, Emîne Orhan diyar dike ku 17 zarokan dest bi greva birçîbûnê kirine.
Piştî vê li ser navnîşana (http: //www.change.org/petitions/turkish-justice-ministry-to-release-all-Kurdish-children-in-turkeys-jails) dest bi kampanyaya îmzeyan hate kirin. DI daxwaznameya îmzeyan de wiha tê gotin: 17 zarokên Kurd li Tirkiyeyê di Girtîgeha Mêrsînê de dest bi greva birçîbûnê kirine.
Li gorî daneyên Projeya Tora Daraza Neteweyî ya Tirkiyeyê 2,221 zarok di girtîgehan de ne û piraniya vana Kurd in
Ev zarokane ji ber ku beşdarî merasima cenazeyê şervanek Kurd bibûn hatine girtin. Divê zarok di nava jiyaneke bi tendurîst de bijîn û bi fêkiyan bêne xwedîkirin, ger di girtîgehan de dest bi greva birçîbûnê bikin, nikarin mezin bibin.”

Her wiha, kesên ku kampanyayê îmze dikin jî, nerazîbûnek tund nîşanî dada dewleta Tirk didin û daxwaza serbestberdana hemû zarokên Kurd dikin. Armanca kampanyayê 2 hezar îmze ye û ji bo îmzekirinê hûn dikarin serdana malpera jêr bikin: http://www.change.org/petitions/turkish-justice-ministry-to-release-all-Kurdish-children-in-turkeys-jails

ANF/AMED