
Lîstika Şanoyê ya zarokan a bi navê ‘Sê Ezezok’ ku ji aliyê Şanoya Bajarê Mezin a Amedê ve hat amadekirin, ji bo zarokan di 30’ê Nîsanê de li Diyar Galeryayê tê pêşandan. Derhênerê lîstikê Ruknetîn Gun derbarê lîstikê de agahî dan û got: “Şano neynika civakê ye.”
Piştî ragihandina Rewşa Awarte (OHAL) bi tayînkirina qeyûman a li şaredariyên DBP’ê re gelek saziyên ku di bin banê van şaredariyan de xebatên xwe dimeşandin jî hatin girtin. Ji van şaredariyên ku qeyûm tayînî wan hat kirin, yek jê jî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bû. Bi tayînkirina qeyûm a li şaredariyê re Şanoya Bajarê Mezin a Amedê ku di bin banê şaredariyê de xebatên xwe dimeşandin jî ji aliyê qeyûm ve hat girtin. Bi girtina şanoyê re gelek hunermend, şanoger û lîstikvan ji kar hatin avêtin û betal man. Şanogerên ku ji kar hatin avêtin û betal man bi derfetên xwe alternatîfên xwe afirandin û li Diyar Galeryayê saziya xwe ava kirin. Şanoya ku li avahiya xwe ya nû cara yekê lîstika bi navê “Dawiya Dawî” pêşkêş kir, bi lîstika duyem a bi navê “Qirix” ku ji nivîs û karîkatûrên Dogan Guzel hatibû hildan jî pêşkêş kir. Şano bê navber xebatên xwe didomîne û niha jî di 30’ê Nîsanê saet di 12.00’an de bi lîstika bi navê ‘Sê ezezok’ a ji bo zarokan, derdikeve ser dikê.
‘Şano neynika civakê ye’
Lîstika bi navê “Sê ezezok” ku derhêneriya wê Ruknetîn Gun kiriye 30’ê Nîsanê saet di 12.00’an de li Diyar Galeryayê tê ser dikê. Derhêner Ruknetîn Gun derbarê lîstikê de agahî dan û bal kişand ser girîngiya şanoyê. Wî anî ziman ku şano neynika civakê ye û der barê lîstikê de jî got: “Me navê lîstikê ‘Sê Ezezok’ danî. Me lîstik ji bo ku zarok hin dersan ji wan derxin û jiyana xwe li gorî wê ava bikin, amade kirin. Lîstika me ji sê kesan pêk tê û her sê hevalên me jî mêr in û ji xwendekarên Konserwatuwara Aram Tîgran in.”
‘Em xebatên xwe wekî berê didomînin’
Ruknettîn behsa Şanoya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî kir û wiha pê de çû: “Şanoya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji aliye qayûmê tayînkirî şaredariyê ve hat girtin û ji ber ku em lîstikvan ji kar hatin avêtin jî em çend mehan betal man. Piştre me alternatîfên xwe afirandin û Şanoya Bajarê Mezin a Amedê vekir. Em îro jî wek berê xebatên xwe dewam dikin.”
Ruknettîn di dawiya axaftina xwe de got, ew ê serî netewînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Çiqasî êriş û zext li ser me bên kirin jî em ê ti carî serî netewînin. Banga me ji gel re jî ew e ku ti carî dev ji şanoyê bernedin. Ji ber ku şano neynika çandê û civakê ye.”
ŞÛJIN/AMED