CIHAD HEWRAMÎ /ROJNEWS/HELEBCE
Rêxistina kêmendamên Helebce projeyek ji bo başkirin û pêşxistina xwendina xwandekarên kêmendam li Helebce pêşxist. Rêveberê Rêxistina Kêmendamên Helebce Merîwan Wehbî got: “Armanca me ew e ku em asta zanistî, tedawiya fizîkî û psîkolojî xwandekaran baştir bikin.”
Dibin çavdêriya Rêveberiya Giştî ya Perwerde de, Rêxistina Kêmendamên Helebce bi alikariya Rêxistina Viday ya Navdewletî ji bo sala duyem a projeya ‘baştirkirina xwendin ji bo xwandekarên kêmendam’ tê dayîn, ev proje ji bo 110 xwandekarên kêmendam li Helebce hatiye destpêkirin.
Her sal di mehên havînê de
Berpirsê Rêxistina Kêmendamên Helebce Merîwan Wehbî di daxuyaniya çapemeniyê de axivî û got: “Ev projeya me di sala yekem de bi serkeftî bi encam bû. Rêxistina Viday ya Cihanî bi dildarî piştgirî da projeya me. Rêxistinê daxwaz kir ku îsal jî, ji bo îsal dewama vê projeyê û baştirkirina rewşa xwandina xwandekarên kêmendam û bi hêzkirina hêza fizîkî, psîkolojî û zanistî perwerde dewam bikin. Rêveberiya Perwerdeya Helebce piştgiriya xwe ji bo baştir rêveçûna projeya me daye nîşandan, wê salon û pêdawistiyên taybet ji bo dersên zanistî û fizîkî li gel psîkolojî dabîn bike. Em dixwazin vê projeyê dewam bikin û her sal di mehên havînê de pêk bênîn.”