Serokê Şaxa ÎHD'a Mêrsînê Alî Tanriverdî der heqê kampanyayê de diyar kir ku ji bo xwe bigihînin 150 zarokên ku li Girtîgeha Pozantiyê mane û piştre hatine tehliyekirin li taxan dest bi karê qeydê kir. Pêwîstiya zarokên hatine binçavkirin bi alîkariya hiqûqî hene.
Şaxa ÎHD'ê ya Mersînê ji bo zarokên ku hatine girtin, doz li wan hatine vekirin û rastî binpêkirina mafan hatine û mexdûrên TMK'ê biparêze, kampanya "Ji bo her zarokekê parêzerek" da destpêkirin. Der barê kampanyayê de Serokê Şaxa ÎHD'ê Alî Tanriverdî, diyar kir ku li Mêrsînê nêzî 150 zarokên girti yên siyasî hene û pirsgirêka tunebûna parêzeran dikişînin. Tanriverdî anî ziman ku ji bo mafê zarokan biparêzin û zarok karibin ji mafê xwe yê hiqûqî sûdê wergirin dest bi vê kampanyayê kirine û wiha got: "Wê Saziyên Navneteweyî yên Mafên Zarokan, Komeleya Hiqûqnasên Hemdem û Komîteya Mafên Zarokan a Yekîtiya Parêzerên Tirkiyeyê jî piştgiriyê bide. Li taxên girêdayî navçeya Akdenîzê karê qeydên zarokan dest pê kiriye. "

'Divê zarok serbest bên berdan'

Tanriverdî anî ziman ku hem ji bo zarokên serbest hatine berdan û hem jî ji bo zarokên girtî wê parêzerê hemû zarokan hebe û wê êdî zarokan bê parêzer nehêlin. Tanriverdî, da zanîn ku piştî kirinên li Girtigeha Pozantiyê ket rojevê zarok sewqî Sîncanê kirin û wiha got: "Ev ne çareseri ye. Divê hemû zarok serbest bên berdan. Divê zarokan teslîmî malbatên wan bikin. Emê bi hemû zarokên mexdûr re hevdîtinê bikin û ji hemûyan re parêzerekî destnîşan bikin."
Tanriverdi, destnîşan kir ku ji bo Qanûna Ceza ya Tirk(TMK) were guhertin di nava hewldanan dene û xwest êdî tevî zarokan ti kes ji ber vê qanûnê mexdûr nebe û ev qanûn were rakirin.

Bi zarok û malbatan re hevdîtin pêk tên

Tanriverdi, destnîşan kir ku ew bi malbat û zarokan re di bin çavderiya derûnînasan û civaknasan re hevdîtinan dikin û got:"Armanca me ew e ku xwe biginin 150 zarokên mexdûr. Hevdîtin û hewldanên me yên bi saziyên mafên mirovan û mafên zarokan re berdewam dike.


FERHAT ARSLAN - DÎHA/MÊRSÎN